'Berxwedana Kerboranê bi salaye bi pêşengiya jinan rêve diçe'

09:02

JINHA

AMED - Li Kerboranê berxwedan bi salaye bi pêşengiya jin rêve diçe. Parêzer Ferîde Laçin diyar kir ku jin li Kerboranê ji salên 1990'î heya roja îro li berxwedide û pêşengiya berxwedanê dike.

Navçeya Kerborana Mêrdînê ji salê 1990'an û vir de li hember tevahî polîtîkayên terorê yê dewletê jin pêşengiya berxwedanê dike û li berxwe dide. Mînakê vê yekê jî di 31'ê Gulana 1990'an de li Kerboranê 13 jin ji bo xizmên xwe yên girtî daxwazname dabûn qaymaqemtiyê û ji ber vê bi aweyek komî hatibûn binçavkirin. Jin di dema binçavkirinê de ji ber dirûşmeyên "Bijî Kurdistan, bijî PKK'ê" û "Ji îşkenceyê re dawî" berzkiribûn wan tev şandibûn girtîgehê. Parêzer Ferîde Laçin diyar kir ku polîtîkayê dewletê ji dîrokê heya roja îro ne hatiye guhertin û wiha got, "Îqtîdarên siyasî ji ber tehmûla wan hember berxwedana jinan nîne înfazan pêk tînin. Mînak di salên dawî de qetilkirina Sara û Sêvê bingeha vê polîtîkayê ye."

'Ji bo daxwazname bidin çûn qaymaqemtiyê hatin girtin'

Ferîde destnîşan kir ku dewlet ji salên 1990'an û şûnve polîtîkayên xwe yê li hember Kurdistanê neguhertiye û wiha qala bûyerên li Kerboranê kir, "Bi taybet di demên dawiyê de êrîşek giran li hember Kerboranê pêk tê û li hember vê dorpêçê berxwedanek dîrokî tê nîşandan. Jinên Kerboranê salên borî li kolananbûn îro jî li kolanane. Di 31'ê Gulana 1990'an 13 jin ji bo daxwazname bidin çûn Qaymaqemtiyê Kerboranê, lê hatin girtin. Hinceta girtina wan jî li gorî zagona 2911'an 'beşdarî civîna bûne, tevî meşê bûne û ji ber mûhalefetê' hatin girtin. Tevahî jin li Dadgeha Ewlehiya Dewletê yê Amedê hatin darizandin û hatin girtin. Jin piştî çend mehan li girtîgehê man hatin berdan."

'Serdemeke lê ti guhertin nîne'

Ferîde da zanîn ku ji salên 1990'î heya niha girtin û înfaz berdewam dikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema em li dîrok û roja îro dinêrin em dibînin ti guhertin çênebûye. Dijberî vê rewş girantir bûye. Mînak; di salên 90'an de xwendekara lîseyê ya bi navê Bîşeng Anik li Şirnexê hatibû binçavkirin. Di binçavan de tê tecewizkirin û qetilkirin. Gotin întîhar kiriye wiha derbasî nîşeyê bû. Ne mûmkine zarokek xwe bi kaleşnîkofê întîhar bike. Dadgeh biryarê ne bertekbûnê da. Li gel serdemek bihûrî jî ti guhertin çênebûye."

Ferîde di dawiya gotina xwede anî ziman ku jin li qadan heya dawiyê berxwedidin û wiha pêde çû: "Îqtîdarên siyasî ji ber tehmûla wan hember berxwedana jinan nîne înfazan pêk tînin. Mînak di salên dawî de qetilkirina Sara û Sêvê bingeha vê polîtîkayê ye."

(rc)