Doza Sîbel Ozbudun taloqê 17 Adarê hat kirin
12:44
JINHA
ENQERE - Nivîskar Sîbel Ozbudun ji ber parvekirinên di tora civakî de doz lê hat vekirin. Ji ber dozger ne amede bû, doza Sîbel taloqê 17'ê Adarê hat kirin.
Nivîskar û Endama Perwerdahiya Antropolog Sibel Ozbudun ji ber parvekirinên xwe yên ser tora civakî, bi îddîayê "karê tehrîkê dike" doz lê hat vekirin. Polîsan di dema binçavkirinê de gotine ser îxbara ku li ser e-poste 'propagandaya PKK'ê kiriye' du doz lê hatine vekirin. Doza yekem li Dadgeha Cezayê a Asliye ya 35'an yê Enqerê hat dîtin.
Ji bo ku rapor bi dozger re nîne, Heyeta dadgihe doz taloqî 17' ê Adare kir. Parêzer bertek nîşanî vê hincetê dan û arzname nivîsî.
(dt/rc)