Daneşîna Çîlem Dogan a yekem di 26’ê Sibatê de ye

14:09

JINHA

EDENE - Dîroka daneşîna Çîlem Dogana ku hevjinê xwe yê bi darê zor pê fuhuşê dikir û tundiyê li ser pêk dianî qetil kir diyar bû. Çîlem Dogan ku dê di 26’ê Sibatê de derkeve pêşberê dadgehê wiha bang li jinan kir: “Qetlkirina me ne çarenûsa me ye. Parastina cewherî mafê me ye. Jinên bi hêz ji bo rojên bi hêz, ji bo ji cîhanek bê tund, çewisandin, bêparastin û bê çaretiyê re bêjin merhaba li ber xwe dane.”

Çîlem Dogan hevjinê xwe yê bi darê zorê fuhuşê pê dida kirin û tundiyê li ser dikir bi parastina cewherî qetil kir. Daneşina doza Çîlem Dogan a yekem ku Dadgeha Ceza ya Giran a Edeneyê der barê wê de vekiribû dê di 26’ê Sibatê de bê dîtin. Der barê Çîlem de ku ji ber qetilkirinê cezayê muebetê tê xwestin, tê daxwazkirin ku Çîlem ji xalên ku cezaya wê be daxistin sûdê bigire. Çîlem ku bû dengê jinên ku her tim tên qetilkirin tê payîn ku gelek rêxistinên jinan jî dozê bişopînin.

Çîlem bang li hemû jinan kiribû

Çîlem ku di Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Karakaş a Edeneyê dimîne û di 25’ê Mijdara Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê de ji JINHA’yê re bi nameyek peyamek rê kiribû bang li jinan kiribû ku berxwedanê mezin bikin û gotibû parastina cewherî mafek e. Çîlem di nameya xwe ya ku bang li jinan kiribû de wiha got: “Min bersiva we ya ku tijî hêviye girt. Ez dizanim ku ez tenê nîn im. Hûn hemû êş û pirsgirêkên min parve dikin.”

Çîlem di berdewama nameya xwe de wiha gotibû: “Ez dizan im. Îro Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinan e. Her çiqas ez dîl girtî bim jî fikrên min tu carê neguherin. Ez ê dîsa di nava têkoşînê de bim. Mirov nikare êşa min û jinên wek min vebêje. Qetilkirina kesekî ewqas hêstan nîne. Tiştên ku em dijîn ne hêstan e. Lê dîsa yên ku tên sûcdarkirin em in. Lê yên ku rastî tundî, tacîz û tecawizê tên em in. Em li dijî kesên ku dixwazin me qetil bikin di parastinê de ne. Tu kes nikare me sûcdar bike. Vê peragalê di hemû qadan de me tune hesiband. Wekû ku tenê exlaq ji bo jinan e destnişan dikin. Tu kes naxwaze di nava çar dîwaran de be. Ev sûcê me nine. Em qatîl nine.”

Peyma Çîlem bi vî rengê berdewam kir: “Tu kes nikare gelê me sûcdar bike. Yên ku dîsa lêpirsîn dikin hişmendiya zilam û pergala zilam a serdeste. Ez dizanim ku dema em rastî tundî, tacîz û tecawizê tên bêdeng nemîn in. Dîsa rêya zirgariyê em jin bi xwe ne. Em jin ji hevdû hêzê digirin. Niha xwedê dizane ka çend jin raziyê çarenûsa xwe ne û bêdeng mane. Lê em êdî tenê nîn in û divê em li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin. Ez dizanim gotina ku ‘dê her tim jin bên qetilkirin’ ji guhê me naçe. Herî kêm em ji yên ku pirsgirêkan dijîn re jî dibin hêvî. Em tenê nîn in. Em heta dawiyê li pişt mafdariya xwe ne. Dê rojên pêş bi destên me hemûyan bê. Ez ji we hemûyan pir hez dikim.”


Nameya Çîlem bi van dirûşmeyan bi dawî bû:

“Qetilkirin çarenûsa me nîne, parastina cewherî mafê me ye. Civak tê wateya jinan. Dê pêşeroj ji paşerojê xweşiktir be. Bila her tim jin neyên qetilkirin. Êdî bila tecawiz, tacîz û tundiya li hemberî jinan bi dawi bibe. Jin jiyan azadî, bi jinên bi hêz re ber bir rojên bi hêz re. Ji bo jiyanek ku tu çewisandin, bêçaretî û bê partistin tune re ya merhaba.”

(go/rc)