Ji Aysel Tugluk re 10 heyv cezayê girtîgehê
16:21
JINHA
WAN- Hevseroka berê a KCD Aysel Tugluk bi îddîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" deh me cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Hevseroka berê a Kongreya Civaka Azad (KCD) Aysek Tugluk ji ber axaftina xwe ya di 17'ê Adara 2013'an a li Newroza Wanê de ku gotibû, "30 sal me li ber xwe da. Ev gel li berxwe da, Ocalan, Tevgera Kurd, PKK li ber xwe da" rastî lêpirsîna dozgeriyê hatibû. Lêpirsîn ji aliyê Dadgeha Wan a Cezayê Giran a 2'yemîn ve bi encam bû.
Aysel a ku bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hatibû sûçdarkirin di dozê de cih negirt, tenê parêzerên wê beşdar bûn. Dadgeh 10 meh ceza li Aysel birî û ew ceza veguherandin cezayê pereyê adlî.
(dt/rc)