Ji hunermend Pinar Aydinlar re 2,5 cezayê girtîgihê hat xwestin
18:48
JINHA
ÎZMÎR - Li Pinar Aydinlar a ku di 7'ê Hazîrana sala 2015'an de bernamzeta HDP'a Îzmîre bû û du kesêndin doz hat vekirin. Pinar Aydinlar got: "Min mafê xweyê aştî, wekhevî û dadê xebitandiye. Ez azadiyê ji hemî gelan re dixwazim. Ger ev suc be ezê vî sucî bikim."
Di hilbijartina 7'ê Hazîrana sala 2015'an de li bernamzeta HDP'ê Pinar Aydinlar bi hincentên weke; "Propaganda rexistinê kiriye û pesnê sucdaran kiriye" ji aliyê Serdozgeriya Îzmîrê ve lêpirsîn hat vekirin. Ji rêvebirê HDP'ê ye Îzmîrê Hacay Yilmaz û Murat Elmastaş re jî bi hincetên 'pesnê rextine kirine' lepirsîn hat vekirin. Runiştina li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakli yê hat vekirin. Piştî tespîta nasnama parêzra Pinar Şerîfe Çelîk diyar kir ku tiştên suc hatina dîtin hemî dijberî huquqê ne. Heyeta dadê teleba parêzer red kir.
Di runiştina dozê de Pinar parastina xwe kir û wiha dest nîşan kir: "Ez namzeta 6 milyonanim, min propagandaya partiya xwe kir. Min wek Sedat Peker ne gotiye; 'Bila xwîn lûlik lûlik bi herike' ye ku bêne darizandin bila ew bin." Di derbarê dosye yê de dozger ji bo Pinar Aydinlar, Hacay Yilamaz û Murat Elmastaş 2,5 cezayê girtîgihê xwest."
Parêzer ji bo parastinê dem xwest, heyeta dadgihê heya 18'ê Nîsanê dem da.
(dt/zt)