3 salin mêrê îstismara zayendî kirî bi gotina 'heciyîm' nayê darezandin!
09:47
JINHA
AMED - Li Amedê M. G. yê 60 salî ku di sala 2013'an de îstismara zayendî li du zarokên 5 salî kiriye bi gotina "Ez li mizgeftê me. Ez heciyîm" parastina xwe kir. M. G ji derve tê darezandin û dadgehê jî piştî sê salan rapora rewşa deruniya zarokan xwest.
Li Amedê M. G yê 60 salî îstismara zayendî li du zarokên cîranên xwe yên 5 salî S. K û S. E kiriye. Di sala 2013'an de cîrana wî Z. A ferq dike. Dema ku M. G şekir dirêjî zarokan kir, ew birin dur xist, Z. A teqîb kir, dît ew zarok xist hindirê bînayekê û îstismara zayendî li wan kir. Dema ku Z. A agahî da malbatan paşê bûyer derbazî darazê bû. Ji ber "îstismara zarokan" doz hat vekirin. Di dadgehê de bersuc bûyera Suat K. yê ku li Zonguldak ê îstismara zayendî li zarokek 5 salî kirî bibîrxist. Suat K. li hember dadger gotibû; "Ez rojîme" ji bo wê cezayê wî kêm kiribû.
Îstismarcî jî bi gotina 'ez hecîme' xwe parast
Di doza sala 2013'an de vebûyî zarokan her tişt gotibûn. Zarokan diyar kiribû ku îstismara zayendî li wan kiriye. M. G jî gotibû: "Roja bûyer çêbûyî ez çum mizgeftê. Derdor min weke hecî dizanin. Ez hecîme." Li ser vê li gel îfadeya S. K jî dayîka wê giliyê xwe paşde kişand.
Ji heşt heya 15 salan dikare bê darezandin
Lê dadgehê li gorî madeya TCK 103 îstismara zayendî weke; "Di aliyê hiquqî de dest dayîna zarokên bûn pazdesalî yan jî biçuktir hemû dikeve îstismara zayendî." Li gorî madeya 103'an bersucên îstismara zayendî divê ji 8 heya 15 salan bên cezakirin.
M.G. ji derve tê darezandin
Di doza sala 2013'an de vebûyî rapora deruniya zarokan piştî 3 salan hat xwestin. Piştî ku 3 sal ser bûyerê re derbas bû, girêdayî rewşa deruniya zarokan, di raporê de hat diyar kirin ku 'rewşa deruniya S. K ne xerabe.' Girêdayî rewşa deruniya S. E ji Nexweşxana Zanîngeha Dicleyê dadgehê rapor xwest. Li gel îfadeya M. G îstismara zayendî li her du zarokan kiriye jî ji derve tê darezandin.
Di runiştina dozê ya di 11'ê sibatê de hatî dîtin ji bo temambûna rapora rewşa deruniya zarokan runiştina dozê taloqî 5'ê gulanê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin.
(zt)