Bi devê dewletê biryarê darizandina jinan tê dayîn

09:49

Ozlem Çîçek/JINHA

STENBOL - Parêzer Sezîn Uçar diyar kir ku gotinên rayaderên dewletê yê hember jinan bi yek ser bandorê li biryarên dadgehê dike û got dewlet bi vî aweyî bingeha şîdetê amede dike.

Tevahî saziyên dewletê bi zîhniyeta desthilatdariyê tê rêveberin û îxantetê li adeleta jinê dike. Piranî biryarên darizandinê hember şîdeta ser jin bê bertek dimîne. Mînakên herî sereke di teşîrkirina bedena jina ku li Cizîrê hatî qetilkirin de dertê holê. Parêzer Sezîn Uçar diyar kir ku mercên şer komkujiya jinan zêde dike û bi devê dewletê biryarê darizandina jinan tê pêk anîn.

'Bi devê dewletê biryarê darizandina jinan tê dayîn'

Sezîn got, "Dewlet di her gotinek xwede cudakariya zayendî dike û mixabin mekanizmayên darizandinê jî li gorî wê cudakarî dike û kujerên jinan bi cezayên biçûk ceza dikin. Di roja îro de dema ku berdevkê hikûmetê ango Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbat derbarê jinan de tiştek bê gotin bi yek ser bandor li biryarên darizandinê dike."

'Tenê dadgeh bi zora raya gelemperî ...'

Sezîn destnîşan kir ku dadgeh mêrê ku şîdet hember jinê pêk tîne, cezayên wek xelat jêre tên dayîn û got bê adeletiya dadgehê rastiya xwe wiha radixîne berçavan. Sezîn bilêvkir ku tenê dadgeh bi zora raya gelemperî dikare bê guhertin û doza Ozgecan bi bîr xist û got, "Bi piştgiriya civakî kujerê Ozgecan cezayê ku heqdikir standiye. Bi sedan jin wek Ozgecan hatin qetil kirin divê tevahî kujeran wiha bên ceza kirin ku pergal bikaribe li gorî wekheviya zeyendî tevbigere."

'Şer xwedî zîhniyeta zayendîpereste'

Sezîn anî ziman ku şert û mercên şer tundiya hember jin zêde dike û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li cihê ku şer heye zîhniyeta zayendîperest xwe dide jiyandin. Tevî şert û mercên şer şîddeta mêr jî zêde dibe. Rayadarên dewletê jî îro tevahî cureyên şîddetê rawedikin. Ji bo şîddet belav bibe zemînan amede dike. Dewlet vê yekê bi riyê saziyên xwe pêk tîne. Mixabin daraz jî parê xwe ji vê zîhniyetê girtiye. Di roja îro de dadgeh bi ti aweyî mafê jinan naparêze."

(rc)