Ji bo hevseroka CRA'ê Nevîn Erdemîr daxwaza girtinê
14:22
JINHA
MÊRDÎN - Li Mêrdînê Hevseroka Cemîyeta Rojnamegerên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Ozgur Gun Radyoyê Ahmet Gulmez ên 3 roj berê hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Hevseroka Cemîyeta Rojnamegerên Azad(OGC) Nevîn Erdemîr û xebatkarê Ozgur Gun Radyoyê Ahmet Gulmez dema ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçûn di têketina bajêr de li noqteya venêrînê ya polîsan hatin binçavkirin. Nevîn û Ahmet piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Mêrdînê şandin dozgeriyê.
Dozgerî bi îdiaya "Li ser navê rêxistinê fealiyet nîşandan" û "Propagandaya rêxistin kirin" bi daxwaza girtinê Nevîn û Ahmet sewqî dadgehê kirin.
(rc)