'Rêya hiquqa navxweyî xetimî emê dozê bibin DMME'ê'
11:18
JINHA
ŞIRNEX - Parêzerê doza komkujiya Roboskê dişopîne Mesut Gerez, biryara redkirinê ya Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) nirxand û diyar kir ku ev biryar vesazkirin e û dixwazin dosyayê bigirin. Gerez, destnîşan kir ku ew dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Parêzerên doza Roboskê, ji bo bersûcên komkujiya Roboskê ya 17 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin bên darizandin, serî li Dadgeha Qanûna Esasî dan. Lê dadgehê serlêdana parêzeran bi hinceta 'Ewraq kêm in' red kir. Parêzerên doza Roboskê, têkildarî biryara dadgehê nirxandin kirin û diyar kirin ku ev biryar hatiye vesazkirin û dixwazin bi vê biryarê ser dozyayê bigirin û bersûcan biparêzin.
Li ser navê kesên di komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin Prz. Mesut Gerez, serî li Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) da û serlêdana wî hat redkirin. Prz. Mesut Gerez, têkildarî biryara dadgehê anî ziman ku wan hemû ewraq û raporê ku dadgehê ji wan xwest pêşkêşî dadgehê kir û wiha got: "Lê piştî 2 salan biryara redê da û diyar kirin ku ji ber ewraq di dema xwe de negihiştiye destê me û ewraq kêm in serlêdan hatiye redkirin. Ev biryar jî me ji çapemeniyê bihîst. Ev biryar li dijî hiqûqê ye. Ger ku der barê 3 kesan de pirsgirêka wekaletê hebe ji divê der barê van 3 kesan de biryara redê bê dayin.''
'Ji roja ewil de dixwazin ser dozyayê bigirin'
Mesut, destnîşan kir ku dema li pêvajoya darizandinê dinerin, helwesta dadgehê dibînin ku ji roja ewil de dixwazin ser dozyayê bigirin û armanc girtina dosyayê ye. Mesut, daxuyand ku dema biryarê jî pir balkêş e û tê ditin ku biryara hatiye dayîn vesazkirin e û wiha got: "Bi tifaqî tev digerin ku komkujiya 34 kesan bigirin. Wexta biryarê jî balkêş e. Bi taybetî di vê pêvajoya ku welat di bin pêta agirdeye 2 rojnameger serbest tên berdan. Çavê her kesî diçe ser AYM'ê. Li aliyê din AYM ji bo roboskî biryara redê dide. Ev biryar vesazkirin e. "
Riya hiqûqa navxweşî xetimî em dê bibin DMME'ê
Mesut, destnîşan kir ku piştî biryara redê ya AYM'ê riya hiqûqa navxweşî xetimiye û ew dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Mesut, da zanîn ku ji bo dozê bişopînin dê her dem di nava hewldan û têkoşînê de bin. Mesut, bang li hemû hiqûqnasan kir ku ji bo komkujî ronî bibe û kujer bên darizandin di nava hewldanan de bin.
Çi bûbû?
Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên F-16 ji Amedê rabûbûn û li Gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê li ser komek welatiyên Roboskê bombe barandibûn. Di bombebaranê de 17 jê zarok 34 welatî hatibûn qetilkirin. Têkildarî bûyerê Dozgerê Komarê yê Qilebanê biryara bêerkiyê da û doz sewqî Dozgeriya Komarêya Amedê kir. Dozgeriya Komarê ya Amedê jî biryara bêşopandinê da û dosya şand Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê. Dozgeriya Leşkerî jî biryara bêşopandinê da. Parezeran herî dowî dozya bir Dadgeha Qanûna Esasî û Dadgeha Qanûna Esasî jî biryara redê da.
(kom/zt)