Parêzer: Beraet dê qetlîamên nû bi xwe re bînin
09:01
JINHA
STENBOL - Parêzerên ku der barê biryara doza Vartînîs de axivîn gotin "Biryarên beraetê yên ku di dozên qetlîaman de tên dayîn wê rê li ber qetlîamên nû vekin. Divê ku di her biryara beraetê de bê dîtin ku mexdûrên sûcdaran çiqasî bi van biryara diêşin. Her wiha divê ku qîrîna Aysel bê bihîstîn."
Sekretera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Îlknûr Alcan, diyar kir ku di dosyaya Vartînîs û dozên ku der barê Kurdistanê de hatin dîtin ji ber ku hembû bi biryara beraetê bi encam bûn dê rê li ber qetlîmên nû vekîn û wiha berdewam kir: " Ev biryar bêcezahiştina li Tirkiyeyê dide nîşandan. Di doza Vartînîs de wekî ku parêzerê bersûc gotiye, ' Ger ku ji vê dozê biryara beraetê dernekeve em ê nikaribin leşkerên ku bibin operasyonê bibînin' rewşê li ber çavan radixin."
'Qetlîama li Sûrê Musa Çîtîl bi rê ve dibe'
Îlknûr belgeya qedexeya kolanan ya ku ji leşkerên li navçeyên ku qedexeya kolana li wan heye jî bi bîr anî û ev tişt got: " Belge bingeha mûameleyên kêfî yên ku wê neyên cezakirin amade dike û ji ber ku kesên qatlîaman pêktînin dizanin ku wê neyên cezakirin bi awayê hovane tevdigerin û qetlîamên hovan e pêk tînin." Îlknûr her wiha destnîşan kir ku di dozên qetlîaman de biryara beraetê cesaretê dide û rê li ber qetlîamên nû vedike û diyar kir ku Musa Çîtîl ê ku bûyerên 'kiryarên wan ne diyar' hat darizandin niha li Sûrê qetlîamên li Sûrê bi rê ve dibe.
'Bêcezakirin dê bi têkoşîna hiqûqê bi dawî bibe'
Îlknûr destnîşan kir ku qetlîam sûcê li hemberî mirovahiyê ne, divê ku ev dosyan nekevin ber demboriyê û ev tişt ragihand: " Pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê ji ber ku ji pergala siyasî ne xweser e îktîdar çi bibêje hiqûq jî wê dike. Ji ber vê jî biryarên ku tên dayîn jî tu eleqeya wan bi hiqûqê nîne û biryarên kêfî ne."
Tevî ku delîl hebû jî hat beraetkirin
Parêzera doza Cizîrê û ya Navenda Havizayê Emel Ataturk jî diyar kir ku biryarên tên dayîn ji konsepeta şer ne cuda ne, dozên ku bi daxwaza cezakirinê ev saleke tên dîtin hemû bi biryara beraetê bi encam bûn û ev tişt got: " Tevî ku di doza Vartînîs de gelek delîl hebûn jî dî sa doz bi awayê ku divê bê dîtin nehat dîtin. Dozên ku delîlên wan zêde bûn û divê ku ceza di wan de bihat dayîn jî dîsa bi biryara beraetê bi encam bûn."
'Divê ku qîrîna Aslel bihat bihîstîn'
Emel diyar kir ku ev doz dikaribûn ji dozên kiryar ne diyar yên salên 90'î re ji bo ku heqîqet derketa holî bûbûna wesîle lê di demên dawîn de hemû doz bi biryara beraetê bi encam bûn û wiha berdewam kir: " Divê ku di her dozê de bi hata dîtin ku bi van biryaran re mexdûrên van van dozan çiqas diêşin û qîrîna Aysel bihata bihîstin."
(mk)