Meral Daniş: Hikûmet dê bi makeqanûnê modela Srî-Lankayê li ser civakê bide sepandin

09:09

JINHA

STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di pêvajoya ku îşkence li cenazeyan hatine kirin makeqanûn li ser wan tê fezkirin û wiha got: "Em dizanin ku îktîdar ji bo birêvebirin û peywirên qetlîaman bide leşkeran amadekariyan dike. Hikûmet dixweza modela Srî-Lamkayê li ser civakê bide sepandin û dê bi makeqanûnê vê modelê li ser civakê bide sepandin.

Li aliyekê li Kurdistanê qetlîamên ku ji aliyê dewletê ve tên kirin berdewam dikin li aliyê din nîqaşên li ser makeqanûna nû jî berdewam dikin. Li Tirkiyeyê ku Makeqanûna Darbeyê didome, zîhniyeta tekperez xwe nîşan dide. Li hemberî vê jî gel, ji bo makeqanûnek azad, wekhev û bi dead têkoşîna xwe didomînin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku Tirkiye ne welatekî demokratîke û divê di avakirina Makeqanûna nû de daxwaz û gotinên gel hebin.

'Pêşî li tevlîbûna gel a makeqanûnê girtin'

Meral, bi lêv kir ku Makeqanûn ji aliyê navenda Qesrê ve tê meşandin û wiha pêde çû: "Tirkiye ne welatekî demokrate, îktîdar li pêşiya tevlîbûn û gotinên gel ên derbarê makeqanûnê de bû asteng." Meral, gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên derbarê biryara AYM'ê ya ji bo doza Can Dundar û Erdem Gul de bibîranî û wiha domand: "Serokomar bi gotinên xwe yên ji bo biryara makeqanûnê nîşanî hemû cîhan û Tirkiyeyê da ku ew hiqûqê nas nake. Divê li hemberî gotinên serokomar ya pêwîst bê kirin."

'Em bi ferzkirina makeqanûnê re rûbirû ne'

Meral, destnîşan kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi makeqanûnek ku wekhevî, jinan, piralî, gelê kurd, elewî û hemû gelê din bigire nava xwe heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Divê bê nîqaşkirin ku dê di şert û mercên şer de makeqanûn çawa were çêkirin. Di qetlîamên ku li Sûr, Cizîr û Hezexê berdewam dikin de hikûmet Peymana Hiqûqê ya Cenevreyê binpê dike. Em di pêvajoya ku polîtîkayên qetlîamê li ser gel tê meşandin, li jêrzemînan wehşet hatin pêkanîn û li cenazeyan îşkence hatin kirin de bi ferzkirina makeqanûnê re rûbirû ne."

Meral, ew dizanin ku îktîdar ji bo birêvebirin û peywirên qetlîaman bide leşkeran amadekariyan dike û wiha domand: "Hikûmet dixweza modela Srî-Lamkayê li ser civakê bide sepandin û dê bi makeqanûnê vê modelê li ser civakê bide sepandin. Lê dê HDP destûrê nede vê yekê. Niha li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin bêhiqûqî ye. Em bi dîktatoriya Qesrê ya ku rîayetî makeqanûna niha nake re rûbirû ne. Ger makeqanûn bê sererastkirin divê gel biryara vê bide."

'Em dikarin bi gelan re makeqanûnê ava bikin'

Meral, destnîşan kir ku serokomar bi zîhniyeta tekperestiyê dê makeqanûnê li gorî xwe ava bike û wiha axivî: "Divê li hemberî nêrînên dîktatoriyê bê rawestandin. Di vê mijarê de divê ne tenê partiyên mahalefet, divê parlamenterên di partiya îktîdarê de jî piştgiriyê bidin vê yekê. Em dikarin makeqanûnê bi hemû gelên Tirkiyeyê bi awayekî kolektîf ava bikin. Ger makeqanûna tekperstiyê ferz bikin dê HDP'ê li hemberî xwe bibînin."

(mb)