Rotînda Polat: Kesên ku hovîtî pêkanîne divê cezayê heta hetayê bigirin

09:13

JINHA

STENBOL - Hevseroka (OHD) Rotînda Polat der barê bêcezakirina kesên ku hovîtî li Kurdistanê pêk anîne de axivî û wiha got: "Kesên ku hovîtî pêkanîne li gorî Qanûnên Komara Tirkiyeyê (TCK) divê cezayê heta hetayê bigirin. Niha xwe di parêzin lê li hemberî gel û şer sûcên mezin pêkanîn. Dem derbasbûna van sûcan tune ye, hemû kesên ku tiliyan wan di van qetlîaman de hene heta henaseya xwe ya dawî dê bi dadgehkirinê re rûbirû bin."

Di pêvajoya agirbestê de dozên salên 90'î yên ku kiryarên wan ne diyar bi awayekî nimûne dihatin dîtin. Bi konsepta şer a ku dewletê xist meriyetê re doz hatin rawestandin, delînên ku hene li ber çavan ne hatin girtin û bersûç hatin parastin. Dewletê kevneşopiya xwe ya parastina bersûçan didomîne û li Kurdistanê jî qetlîaman pêk tîne. Li hemberî berxwedana gel hêzên dewletê Kurdistanê qetlîaman pêk tîne û ji bo kesên qetlîaman pêktînin jî destûrnameya "Ne tirsin" didin.

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Rotînda Polat, der barê pêkanînên dewletê yên li Kurdistanê û bêhiqûqiyên tên kirin de axivî. Rotînda anî ziman ku fermana qetlîaman bi awayekî zîncîrkirî tê dayîn, li dadgehan li gorî nêrînên siyasî biryar tê girtin û wiha got: "Îktîdar bi nêrîna xwe ya siyasî ya li hemberî kurdan cara yekemîn dozên derbarên qetlîamên li Kurdistanê vekirin. Lê doz pêş neketin. Doz li cihên dur hatin dîtin ji ber wê pirsgirêkên hiqûqê derketin. Carna bersûc ne anîn dozê, li hemberî malbata mexdûr û parêzerên wan îfadeya wan ne hat girtin û bersûc ji me hatin revandin. Di hinek dozan de belgeyên ku mirina bersûcan nîşan didin hatin bicihkirin. Gelek bersûcên ku em nizanin li kuderê, çawa û li kîjan welatî mirine hene. Doza Licê bi serê xwe îşkence bû, gelek dirêj bû û tu encam ne hat girtin."

Rotînda, bal kişand ser doza Geziyê ya ku ligel hebûna delîlan cezayên kêm hatin dayîn û wiha pêde çû: "Dozên ku bi dîmen û delîlan hene lê biryarên sivik tê dayîn, dewleta ku vê dike di pêvajoyek wiha de biryarên wiha derketin mirovan şaşwaz nake. Biryarên ku tên girtin ne hiqûqî siyasî ne. Di dozên qetlîaman de nêrina AKP'ê ya li hemberî kurdan bingeh tê girtin. Niha qetlîamên ji salên 90'î girantir tê jiyîn. Li Cizîr, Sûr û Silopiyê qetlîam pêk hatin di demek wiha de ji dedgeriya dewletê divê tiştek neyê hêvîkirin."

'Di dozan de însiyatîfa heyeta dadgehê tune ye'

Rotînda, destnîşan kir ku di doza Alî Îsmaîl a ku di dema berxwedana Geziyê de hat qetilkirin dîmen netbûn, hemû delîl bi awayekî şênber li ber destê dadgehê bû û wiha got: "Lê di dozê de quralên hiqûqê nehatin pêkanîn."

(mb)