'Bi qanûna ku hêzên dewletê diparêze ew ê suc û binpêkirina maf zêde bin'

11:31

Duygu Erol/ JINHA

AMED - Li Kurdistanê bi îlankirina qedexeya derketina derve re binpêkirina mafê jiyanê zêde dibin. Hikûmeta AKP'ê qanûna ku xistiye rojevê dê pêşî li suc û binpêkirina maf veke. Berpirsa Komîsyona Hiquq ya ÎHD'ê Rehşan Bataray Saman diyar kir ku hêzên dewletê bi pêşnûmeyê zagonên ku derxistiye holê dê hîn rihet tevbigere û got ev qanûn rê li ber sucê binpêkirina mafê jiyanê vedike.

Di demên dawî bi qedexeya derketina kolanan re ji ber binpêkirina mafê jiyanê Wezareta Parastinê ya Milî pêşnûmeyek amede kir û pêşkêşî Wezereta Adeletê kir. Di pêşnûmeyê de biryarê "Tevahî endam û erkdarên ku cih dinava TSK'yê de cih digrin bêy destûr ew ê neyên darizandin" derket holê. Di nava guhertinê de bin navê "têkoşîna hember terorê" leşkerên ku li Kurdistanê erkdarin eger sucên înfaz ango îşkence pêk bînin, bêy ku destûr ji Wezareta Parastinê ya Milî were girtin ew ê neyên darizanin. Ev guhertina ku pêk hatiye di bûyerên faîlî meçhul, îşkence û gorên komî ên salên 90'î tîne bîra mirov. Berpirsa Komîsyona Hiquq ya ÎHD'ê Rehşan Bataray Saman derbarê mijarê de nirxandin kir û wiha got, "Ligel polîtîkayê ne cezakirinê ewqas maf tên binpêkirin û sucên mirovahî tê jîn. Piştî vê pêşnûmeyê hêzên dewletê dê êdî bi rihetiya xwe tevbigerin. Em jî gumanê binpêkirina mafên girantir dijî."

'Qanûna ku hat pêşberê me hemû xeyalên me têk bir'

Rehşan destnîşan kir ku ew bi salane têdikoşin lê mijara ku herî zêde wan dixe nava zehmetiyê de bê cezaye û wiha domkir, "Nêrînê me di derbarê guhertina qanûnê ku ketiye rojevê de; wek şaxê mafê mirovan, ji bo herêmê û parazvanan rewşek bi tirsnake. Bi salane binpêkirina maf, bûyerên ku faîlê wan nediyar û bi hezaran wendahî hene. Li şûna ku têkoşîna ronîkirina bûyeran bê dayîn polîtîkayê ne cezakirinê û qanûnên rewakirina kuştinan tê pêşberê me. Xeyalê me têk bir ev qanûna. Dema ku ev qanûn nebû jî polîtîkayên bê ceza didomî. Bi vê qanûnê re rewş dê girantir be."

'Gumanê me mezine'

Rehşan da zanîn ku di salên 90'î de jî dema ku binpêkirina maf pêk dihat tirsa "gelo ez ê bêm darizandin" hebû û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dosyayên bi mînak hebûn. Dosyayê Musa Çitil mînake. Erê di dawiyê de berat kir. Lê derbarê sucên ku wê demê pêk hatî de lêpirsîn û doz hat vekirin. Lê qanûnê ku niha hatî erêkirin eger bi jiyanî bibe tê wateya pêkhatina sucên mirovahî û binpêkirina maf. Di vê mijarê de gumanê me gelekin."

(rc)