'Dad bi mêrên şidetkar re di nava şêwirmendiyê de biriyaran didin'
09:01
JINHA
STENBOL - Aktîvîstên feminist girêdayî li Tirkiyê bêcezamayîna yên şidetê ser jinan dikin axivîn û gotin; "Dadgeh bi mêrên şidetkar re di nava şêwirmendiyê de biriyaran didin."
Her roja diçe li Tirkiyê qetilkirinên jinan zêde dibe, kêm ceza tê dayîna qatîlê jinan ev jî dibe sedema qetilkirinên jinan hîn zêdetir bibin. Di meha sibatê de mêran 23 jin qetilkirin, 16 jin û zarokên keç tecawîz kirin, 73 jin kêşan fuhuşê, şidet li 26 jinan kirin, tacîza zayendî li 11 jin û zarokên keç kirin.
'Emê li qadan daxwaza mafê xwe berdewam bikin'
Aktîvista Mor Çatiyê Martina Gaidzim, da zanîn ku zimanê mêr û dewlet li hemberî jinan kartînin li dadgehan jî bi heman şêweyî didomînin û wiha domand: "Ji bo wê jî dadgeh bi mêrên şidetê dikin re di nava şêwirmendiyê denin. Mêrê li dadê weke dozger û dadger li mijarê na nêrin, zêdetir weke zimanê mêrên nava civakê biriyaran didin. Ji bo wê jî piranî mêrên şidetê dikin bê ceza dimînin. Em ticarî dest ji mafê xwe bernedaye. Emê li qadan doza mafê xwe kirinê berdewam bikin. Ji ber ew mafê me ye."
'Dadgeh cara duyem li jinan şidetê dike'
Parêzer Ceren Akkaya jî bilêv kir ku newekheviya zayendî li her qadê heye û wiha berdewam kir: "Dema ku jin dikeve nava karên dadgehê rastî mexduriyetke dinê jî tê."
Ceren destnîşan kir ku weke parêzerên feminist ew doza dadgehek bê deshilatiya mêran dikin û wiha dom kir: "Di serî de parêzerên mefinist mudaxeleyî peyîva riza dikin, dibêjin 'riza çiye?' Dema ku jin travmayê derbaske dê çawan bê çareserkirin. Di dadgehan de helwesta mêrên kolanê nayên guhertin. Ji bo wê jî em dadgehek bê deshilatiya mêran dixwazin. Ji bo dadgehek bê newekheviya zayendiya civakî emê tekoşînê bidin."
(zt)