8 zarokên ji nava Sûrê derketin dan SHÇEK'ê

11:57

JINHA

AMED - Ji 43 sivîlên di demên cuda de ji nava dorêça Sûrê derketî 4 jin û 3 zarok girtin û 8 zarok jî dan SHÇEK'ê.

Li Sûra Amdeê 100 rojin dorpêç û êrîş berdewam dike. Ji zarokên ji nava Sûrê derketî K. Ş. (11), T. A.(7), G. A.(10), R. A. (7), M. A. (6), Ö. A.(4). Ş.T. (9) dan Saziya Parstina Zarokan û Xizmetên Civakî (SHÇEK) ê.

Di 10 rojên dawiyê de ji nava navçeya ku 100 rojin bi tang û topan êrîş li sere, ji nava malên xirabe 43 sivîl derketine. Ji sivîlên derketî 4 jin û 3 zarok girtin û 8 zarok jî dan SHÇEK'ê. Dema ku dayîka Bêrîtan Tosun Remziye hat binçavkirin ew li gel xwişka wê ya 10 salî Şevin dan SHÇEK'ê. Zarokek ê ji hişê xwe berastenge jî li gel rapora wiya berastengiyê heye jî bi hinceta "endamê rêxistinê ye" girtin heman saziyê. Di nava zarokên binçavkirin de Mervan Çobanê 17 salî jî heye. Di nava zarokên şandin SHÇEK'ê de G. A, R. A, M. A û O. A jî hene.

4 jinên hatin girtin

Seniha Surer, Remziye Tosun, Reyhan Kavak û Emine Abiş ên ku nêzî 3'ê mehane taxên xwe neterikandine hatin girtin. Hulya Erdogan, Aynur Arslan, Fatma Kaya û Seda Arslan jî dema derxistin dadgehê bi qontrola edlî berdan.

(zt)