Damla Kutluya ku li hember şîdetê parastin kir hat berdan
14:45
Adar
16
/ 2016
JINHA
KOCAELÎ - Damla Kutlu ya li hember şîdeta hevserê xwe Fikret Kutlu parastin kirî ji bo wê dihat darezandin serbest hat berdan.
Damla Kutlu meha tebaxê ya sala derbasbûyî li hember şideta hevserê xwe parastin kir. Ji ber wê jî Dozgeriya Cumheriyetê di derbarê Damla de doz vekir û di navbera 10 û 15'an de cezayê girtîgihê jêxwest. Dadgihê di derbarê Damla de biryara serbest berdanê da.
(dt/zt)