Parêzeran serî li Parlemento û Konseya Ewropa dan

15:13

JINHA

ENQERE - Endamên OHD û MHD'ê ji bo parêzerên hatine binçavkirin serî li NY, PE û KE'yê dan. Piştî serledanê ji bo Tirkiye li gorî mafên mirovan tev bigere ji parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan piştgirî xwestin.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), ji bo parêzerên hatine binçavkirin serbest bên berdan û mafên wan bê parastin serî li Neteweyen Yekbûyî (NY), Parazvanen Mafên Mirovan ên Parlamentoya Ewropa (PE) û Konseya Ewropayê (KE) dan. Parêzeran di serlêdanê de diyar kirin ku prz. Ramazan Demir, Huseyin Boğatekin, Ayşe Acînkliî, Tamer Dogan, Adem Çalişçi, Mustafa Ruzgar, Ayşe Başar, Şefîk Çelik û Îrfan Arasan di heman demê de endamên OHD, ÇHD û Baroya Stenbolê ne û pêve girêdayî parazvanên mafên mirovan in.

Parêzeran destnîşan kir ku mafên mirovan û hiqûq di bin piyan de ye û parêzerên hatine girtin di heman demê de parêzerên Hewldana Akademîsyenên Ji bo Aştiyê dikirin. Parêzeran da zanîn ku ji ber binçavkirinê aştî û hiqûq di bin gefan de ye.

Parêzeran anîn ziman ku binçavkirin û lêpirsîna hempîşeyên wan bi tu awayî ne li gorî mafên mirovan, hiqûq û zagonan e. Parêzeran da zanîn ku li gel hewldanên Baroya Stenbolê jî der barê parêzerên hatine binçavkirin de tu agahî bi dest nexistine.

Parezeran heri dawî destnîşan kir ku ev binçavkirin bi armanca tirsandin û perçekirinê ye û rê li pêş parastina mafên mirovan bigirin, lê ev yek li dijî hiqûq û demokrasiyê ye.

(dt/rc)