Li Karamanê îdianameya îstismara zayendî hat pejirandin
11:57
JINHA
KARAMAN - Îdîanameya têkildarî tecawizê ya li Karamanê, ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Karamanê ve hat qebûlkirin. Dozger ji mamosteyê ku tê îdîakirin ku tecawizî 10 xwendekarên kur kiriye 600 sal cezayê hepsê xwest.
Serdozgerê Komarê yê Karamanê der barê tecawiza li dijî 45 xwendekarên dibistanê pêk hatiye doz vekir. Dozgeriyê der barê rewşa 10 zarokan de îdîaname amade kir û îdîaname teslîmî Dadgeha Cezayên Giran a Karamanê kir. Heyeta dadgehê jî îdîaname qebûl kir. Rûniştina yekem dê di 20'ê Nisanê saet di 09.00'an de li Dadgeha Cezayên Giran a Karamanê bê dîtin Dozger di îdianameyê de diyar kir ku tecawizên ku behsa wan tê kirin 8 jê li malên Dibistana Îmam Hatip a Anadolu û Mezûnên Lîseya Îmam Hatipê û komeleya Mensupên wê (KAİMDER), 2 heb jê jî li mala Vakfa Ensare pêk hatiye. Serokê Baroya Karamanê Oktay Yilmaz, têkildarî lêpirsînê li Baroya Karamanê civîna çapemeniyê pêk anî. Oktay, anî ziman ku divê Serdozger berî her tiştî li gorî pîvana dizî û qedexeya çapemeniyê tev bigere.
Oktay, da zanîn ku ji bo bersûc bê cezakirin ew bi awayekî baldar dosyayê dişopînin û dê şopdarê wê bin. Dozgerê Komarê têkildarî dozê dosya amade kir û di 16'ê Adarê de îdîaname amade kir û bi îdiaya îstismara zayendî ya li dijî zarokan, tehdîta huriyetê û bi zanebûn birîndar kirine 600 sal cezayê girtîgehê xwest. Oktay, da zanîn ku wekî parêzerên Baroyê dê parêzeriya dildarî bikin
(zt)