'Paşvexistina muzakereyan, kur kirina şîdet û aloziye'

09:14

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED - Parêzer Bahar Oktay bi îlankirina qedexeyên derketinê re bandora ku li ser gel kirî nirxand û diyar kir ku bikaranîna çekên giran û tang hember gelê sivîl sucê şere û got ev pêk anîn ji bo dewletê jî tehlûke avadike.

Bi qedexeyan re li navçeya Sur û Rezana Amedê tevahî tax ji aliyê hêzên dewletê ve hatin dorpêç kirin û li ser ê her kolenê polîs û jandarma mevzî çêkirin, dibistan veguherandin biryargeha leşkerî û çekên herî giran ku tang jî di navde li navenda bajêr bikar tînin. Tevahî qadên jiyanê, dayîn û standin her wiha cihên ku zarok lê bileyîzin hatî dorpêç kirin. Li Tirkiyê sucê şer tê kirine lê di tu qadê de nayê darizandin.

'Ev tablo gel neçarî koçberiyê dike'

Parêzer Bahar Oktay bandora qedexeyan yê li ser gelê Kurd nirxand û diyar kir ku li navçeyên navendî ên Amedê gel rastî binpêkirina maf tên. Bahar bilêvkir ku rewşa heyî hem di warê fizîkî de hem jî di warê derûnî de jî bandorek mezin çêdike û wiha domkir, "Şîdeta ku pêk tê pir alide bandor li jiyanê dike. Di sedsala 21. de tabloyek wiha li navenda bajêr tê jîn û gel neçarî koçberiya bi zorê tê kirin. Ev rewş li ser zarok û jinan bandorek cuda çêdike."

'Gel di warê hestî de şikandinên giran jiyan kir'

Bahar destnîşan kir ku gel di warê manevî de jî şikandinên giran jiyan kir û wiha pêde çû, "Gumanê gel yê mezin heye. Ev yek jî bandorê li tevahî jiyanê dike. Bûyerên ku tê jîn di heman demê de sucên şerin. Dewlet di nava welatê xwede li hember hemwelatiyên xwe çekên giran giran û tang bikartîne. Ev yek ji bo dewlete jî tehlûke avadike. Çekên giran xistina nava navenda bajêr bi serê xwe sûcê şere."

'Gumanê gel ewlehiye'

Bahar da zanîn ku navenda bajêr veguherandina qada şer di tu zagonî de cih nagre û wiha dirêjî da gotina xwe, "Gumanê gel niha tenê ewlehiya cane. Her wiha vîna gel yê jiyanê ji nedîtî ve tê dîtin. Eger mirovek xwe di nava ewlehiyê de nebîne tê wateya ku ji bûyerên ku dijî qutbûneke. Bandora vê rastiyê tenê di mirina fîzîk de dernayê holê, her wiha ser derûnî jî giranbûna xwe diparêze." Bahar di dawiya gotina xwe de anî ziman ku pevçûn û şîdet dê bi xwe re çareserî neyîne û wiha got, "Bi fikrek rast li ser mafên diyar divê lihev bikin û dexwazê hev berçavan re derbasbikin. Bi paşvexistina muzakereyan û kurkirina şîdet û alozî tu pirsgirêk çareser nabe."

(rc)