Rewşa Fadik a di gireva birçîbûnê de ber bi xirabiyê diçe

09:11

Ceren Karlıdag/JINHA

STENBOL - Fadik Adiyaman a ku ji doza DHKP-C'ê tê darezandin nêzî 50 rojane di gireva birçîbûnê dene. Daxwaza Fadik ewe ku wê bibe gel hevalên wê yên dinê û dawî li tecrîdê bûnin. Parêzera Fadik Oya Aslan diyar kir ku rewşa Fadik ber xirabiyê diçe û haya Wezîrê Dadê jê heye.

Fadik Adiyaman ji Tokatê koçî Taxa Kuçuk Armutluya Stenbolê kiriye. Fidik li hember komkujî, vegera bajar û polîtikaya bişaftinê ya ser gelê elewî dide meşandin jinek şoreşger a bihelweste. Ev nêzî 50 rojane Fadik li Girtîgeha Tîpa T ya Tekirdagê xistine tecrîdê. Parêzera Fadik Oya Aslan da zanîn ku her diçe rewşa wê xiradibe û banga baldariyê li Wezîrê Dadê û hemû welatiyên baldar kir.

Oya wiha axivî: "Hîna lêpirsîna Fadik neqediyayî ew şandin girtîgehê. Ji ber wê nabin gel hevalên wê dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Li wê dibin tecrîdê dene, 58 rojin tenê daxwaza wê ewe bibin gel hevalên wê. Dilê wê êdî li hev dikeve, ji pozê wê xwîn tê. Nexweşiyên tansyona bilind û guaterê hene. Me serî li Wezîrê Dadê, dozgeriyê û girtîgeha lê dimîne da. Girtîgehê diyar kir ku ew fermana Wezîrê Dadêye. Di rojên pêş de dê runiştina doza wê li Aydinê bê dîtin. Herî nêzî wê Girtîgeha Şakranê heye, lê ji ber hevalên wê li wê ne nabin wêderê. Birine girtîgeha ku ti hevalên wê lê neyî, ew der ne nêzî malbata wê ye jî."

(zt)