Nûçegihana me Vildan Atmaca serbest hat berdan
14:12
JINHA
WAN - Dema ku di 13'ê mijdaêr de li Erdişê di navê de nûçegihana me Vildan Atmaca jî heyî rojnameger girtin binçavan û doz li wan vekirin. 4 rojnamegerên dihatin darezandin serbest hatin berdan, lê salek ceza dan birayê Îdris Yilmaz, Omer Yilmaz.
Li navçeya Erdişa Wanê di 13'ê mijdarê de nûçegihana JINHA yê Vildan Atmaca, nûçegihanê DÎHA yê Îdris Yilmaz, kameremanê IMC TV yê Bekir Guneş û kameremana kevin Ruşen Takva û Omer Yilmaz hatin binçavkirin û bi dîdiaya "li hember polîsan liberxwedane" doz li wan hatin vekirin. Doza li rojnamevanan hatî vekirin li Dadgeha Sulh Ceza ya Erdişê hat dîtin. Piştî ku di 15'ê adarê de rojnamegeran parastina xwe kirin runiştina dozê taloqî 29'ê adarê hat kirin. Di runiştina doza îro li Dadgeha Erdişê hat dîtin de salek ceza dan Omer Yilmaz û yên dinê jî serbest berda.
'Ezê mafê xwe yê îtirazê bikarbînim'
Omer di derbarê mijara jê ceza dayîn wî de wiha got: "Hemû dîmenên dema bûyer çêbûyî de destê me dene. Li gel ku polîsan gelek xeber ji me re kirin jî ne min ne hevalên min me xeber neda wan. Li gel ku me wan dîmenan hemû daye destê dadgehê jî lê deng ji wan nehat, ez vê helwesta wan bê wate dibînim. Ezê hemû mafê xwe yê îtirazê bixebitînim."
(zt)