'Teşhirkirina bedenên jinan li hember mirovahiyê îspata suce'
11:23
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Elif Tirenç Îpek Ulaş diyar kir ku Dadgeha Geza a Navnetewî sucê îskenceya zayendî weke sucê li hember mirovahiyê dibîne, lê li tiştên li Kurdistanê tên jiyan din sucê mirovahiyê ne û got: "Tişta divê bê kirin komkirina hemû belgeyên li vêderê, sucê şer, sucê dewleta tirk li hember mirovahiy dike û serlêdana dadgeha navnetewiye."
Dadgeha Ceza ya Navnetewî (UCM) Cîgirê berê yê Serokê Dewletê yê Komara Kongo ya Demokratîk Jean Pierre Bemba ji ber sucê mirovahiyê yê di salên 2002-2003'an de li Komara Navenda Afrîqa kirî darezand. Di wê dadgeha dîrokî de cara yekem tecawîz weke sucê şer hat dîtin. Ji ber ku fermandaran tecawîz sîstematîk ji aliyê leşkeran ve dihat kirin, qetilkirin û sucên hilweşandinê didîtin, lê ew suc nedidan sekinandin û pêşî nedigirtin ji bo wê ew jî hatin darezandin. Di wê dadgehê de cara yekem êrîşên zayendî weke sucê li hember mirovahiyê hat dîtin.
Sedema ku UCM'ê sucê mirovahiyê yê li Kurdistan û Tirkiyê tê kirin nedîtiye di rojevê dene. Parêzer Elif Tirenç Îpek Ulaş girêdayî mijarê nirxandin kir û da zanîn ku Qanuna Ceza ya Tirkiyê jî 'mijarên siyasî û nijadî weke suc dîtin, li hember kesîmek civakê êrîşên bi pîlan û sîstematîk kirin sucê li hember mirovahiyê' dibîne. Elif destnîşan kir ku 'ziyanê bi armanca zayendî didin bedenê' weke sucê mirovahiyê dibînin. Elif bilêv kir ku li gel van hemû yan jî ji 7'ê Hezîranê heya niha li Kurdistanê weke parçeyek ji şer êrîşên zayendî berdewam dike, hêzên dewletê ser bedena jinan şerek dane despêkirin. Elif anî ziman ku li Sur, Cizîr û Geverê bedenên jinan ji bo teşhirkirinê tazî kirin, li Cizîrê jî mala hêzên dewletê weke qerargeh dixebitandin tiştên li wê kirîn û derketî holê jî îspata wê ye û wiha domand: "Hêzên dewletê yên çekdariyên weke JÎTEM, JOH, POH û wekedinê ser mediyaya civakî wan wêneyên xwe par dikin, ev jî îspata li hember mirovahiyê suc dikine."
Elif nivîsa bi navê Serokwezîr Ahmet Davutoglu û bi navgîna Fermandarê Hêzên Bejayi ji hêzên dewletê yên li Cizîrê re hatî şandin a tiştên weke 'di operasonê de divê hun ji karanîna çekan xwe nedin alî û ji derketina pêşberî dozgeriyê netirsin' hatî nivîsîn bibîrxist û diyar kir ku ew karên hovane dibin baldariya dewletê de tên kirin.
Elif da zanîn ku hîna di despêka pêvajoyê de hêzên dewletê soza dê hêzên wan ên êrîş dikin neyên darezandin didin, ji bo wê jî sucê der mirovahiyê dikin. Elif destnîşan kir ku ji bo wê jî divê ji herî jor berpirsên dewletê heya jêrê despêbike hemû bên darezandin û wiha dom kir: "Ji bo wê jî tişta bê kirin divê hemû belgeyên sucê mirovahiyê yên ku hêzên dewletê dikin komkirin û li gorî wan serî li dadgeha ceza ya navnetewî dayîne."
(zt)