3 mêr ji ber îstîsmara zayendî hatin binçav kirin
14:56
Nîsan
5
/ 2016
JINHA
RIHA - Li navçeya Curnê Reş a Rihayê 3'ê mêr ji ber îdaya îstîsmara zayêndî li zarokêk kirine hatin girtin.
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê malbata zarokê astengdarê zêhinî diyar kir ku 3 mêrên ku îstîsmara zayendî li zaroka wan kiriye gilî kirin û li ser giliyê wan hêzên dewletê lêpirsîn dan despêkirin. Di lêpirsînê de mêrên îstîsmara zayendî pêkanîne Cahit. S., Orhan. H. Û Vedat S. Hatin girtin. Sucdar piştî îfadeya nobedarê dadê her 3 mêr girtin. Hat zanîn ku doza sucdaran ji ber ewlehiyê ji Curnê Reş birin Girê Sor.
(dt/zt)