Ji kujerê Seda Camgoz re cezayê emsalî
13:17
JINHA
YALOVA - Bulend Dîlber ê ku hevjîna xwe ya berê Seda Camgoz qetil kiri bû, cezaya giran lê hate birin.
Li Yalovayê zilamê bi navê Bûlend Dîlber ê ku hevjîna xwe ya berê Seda Camgoz qetîlkiri bû, îro doza wî hate dîtin û ji ber hevjîna xwe bi qestî qetîlkiriye cezayê giran lê hate birîn. Jinên Platforma Em ê Cinayeten Jinan Rawestînin piştî dozê li ber avahiya Edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Platformê Gulsûn Yildirim di daxuyaniyê anî ziman ku cezeya qetîlkirina jinan divê yên wek Seda Camgoz bi mînakbin.
Gulsûm destnîşan kir ku ji heyva gulanê heya niha 31 jin û di sala 2016'a de 94 jin ji aliyê mêr ve hatin qetîlkirin. Gulsûm got ku rawetandina qetîlkirina jinê aramiya civakê ye. Gulsûm diyar kir ku ew wek Platforma Rawestandina Cinayetên Jinê wê şopdarên dozên qetîlkirina jinê bin û bang li hemû kesî kir ku bila êdî cinayetên jinê rawestin.
(ho/rc)