4 siyasetmedarên jin hatin girtin

10:00

JINHA

AMED - Ji nav16 siyasetmedarên Kurd ên ku di serdegirtina navenda KJA û DBP'ê de hatibûn binçavkirin de ji 5 jinên sewqî edliyê hatî kirin 4 kes hatin girtin.

Di operasyonên hem wextî ên ku li Amed, Dîlok, Wan û Enqerê de pêk hatî de gelek siyasetmedarên kurd piştî binçavkirinê wan sewqî edliyê hatin kirin. Hevseroka Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Çîmen Işik, Endama PM a DBP'ê Pero Dundar, Endama MP a DBP'ê Olcay Kanlibaş, Xebatkara GABB'ê Seher Tumer û Endama KJA'yê Zozan Toprak bêy ku li edliyê îfadeyê wan ji aliyê dozgerî bê girtin bi biryarê "girtinê" sewqî dadgehê hatin kirin. Endama KJA'yê Zozan li dadgehê serbest hat berdan û derbarê 4 jinên siyasetmedar de biryarê girtinê hat sitandin.

4 siyasetmedarên Kurd şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E a Amedê.

(rc)