Di derbarê nûçegihanên me de doz hat vekirin
11:39
JINHA
STENBOL - Nûçegihanên me Oyku Dîlara Keskin û Ceren karlidag gava nûçe di şopandin hatin binçav kirin. Di binçavan de polîsan ji wan re gotin; 'Ev kartên we yên ajansa îllegalin' û di derbarê nûçegihanên me de doz hat vekirin.
Nûçegihanên me Ceren Karlidag û Oyku Dîlara Keskîn di meha Mijdara sala 2015'an de dema ku nûçe di şopandin hatin binçavkirin. Li 14. Dadgiha Cezayê Giran di derberê nuçegihanên me de doz hat vekir. Hîn ji aliyê dadê vê dîroka dozê nehat diyar kirin.
Nûçegihanên me gava çalakiya SGDF yî yan ku êrîşên dewletê yê li ser Farqîna Amedê şermezar kirin di şopandin, bi çalakvanan re hatin binçav kirin û dozgeriyê got; 'Ajansa Nûçeyan ya JINHA yê îllegale' û dest danî ser kartê nûçegihanên me.
(dt/zt)