'Eger zagon ketibana meriyetê wê pêşî li qetilkirinan hatiba girtin'
10:59
JINHA
STENBOL - Parêzer Berrîn Demîr yê ku dozên cînayetên kar dişopîne got, "Eger maddeyên ku di rêziknameyê de têkîldarê tenduristî û ewlehiya karkeran ketibana meriyetê wê pêşî li cînayetên kar hatibana girtin."
Pergala kapîtalîst ked û mafê karkeran dagir dike û ji nedîtî ve tê. Dewleta ku pirsgirêkê karkeran ji nedîtî ve tê, bi trîlyonan pere dide şer û komkujiyan pêk tîne. Ji ber şertên kar ên giran karker tên qetilkirin û kesên berpirsyarê komkujiya karkeran ji aliyê dewletê ve tên parastin. Ji Koma Piştevaniya Lêgerîna Edeletê Parêzer Berrîn Demîr qala pêvajoyên hiqûqî ên dozê karkeran kir û got eger zagon bikevin meriyetê wê demê dê dawî li cînayetê karkeran were.
'Dikarin pêşî li cînayetên karkeran bê girtin'
Berrîn diyar kir ku armanc ji şopandina doza cînayetê karkeran pêşî girtina li cînayetane û wiha got, "Em dikarin bi darzandinek bi bandor pêşî li cînayetê karkeran bigrin. Parêzer bêy destûrê kardêr nikare dozê cînayetê bişopîne. Di encamê têkoşînek mezin de an dikare bişopîne an nikare bişopîne. Gelek car di şopandina dozê de encam vala dertê. Mînaka herî li ber çavan doza karkerên madene Somayê ku 301 karker jiyana xwe ji dest dan. Tu wezîr ango rayadar ji ber vê ne hat darizandin. Carek din hiquq di gotin de ma."
'Heya faîl neyên ceza kirin dê peyikandinên keyfî dewam bikin'
Berrîn cara yekem di teqîna Davutpaşa de Serokê Şaredarî a Zeytînburnu hat darizandin û wiha pêde çû, " Piştî vê darizandinê, kardêr hîn baldartir bûn. Gava ji faîla re ceza were birîn dê li cihê kar peyikandinê keyfî bi dawî bibin û em ê karibin pêşiya qatikirina karkeran bidin sekinandin."
(dt/rc)