Qada Dadê bi rengê jin dighêje edaletê
09:08
Ronîda Hacî /JINHA
TIL TEMIR- Li bajarê Til Temir qada Dadê bi kedê jinan adelet û wekhevî pêş dixîne. Jinên di Dadê de dixebitin kar û xebatên xwe vegotin.
Jinên Rojavayê Kurdistanê ên ku di her qadê de pêşengiya xebatê dikin, ji bo pêşxistina qadê dadê jî xebat di asta herî jorde pêk tînin. Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê ên ku têkoşîna adeletê û wekheviyê didin, têkîldarê xebatê xwe agahî dan ajansa me.
Rêvebera Dadgehê ya Bajarê Tiltemir Nadîn Fewaz asta pêşketina jinan di xebatên dadwerî de wiha anî ziman, "Jin di nav xebatên dadweriyê de asteke girîng bidest xistiye. Niha jin ji rûniştinên dozan birêve dibin, biryar li ser esasê zagonan didin." Nadîn anî ziman ku ew niha 6 jin di dadgeha bajar de cih digirin û got piranî di beşê lêkolîn û nûnertiya mafê civakî de aktîf in. Nadîn zagonên jinê yên ku ji hêla Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser ve hatibû îlankirin bi bîr xist û wiha domkir, "Dozên girêdayî jinê em li ser disekinin. Ji destpêka vê salê jî 39 dozên girêdayî jin hatin ber destên me. Piraniya pirsgirkên ku jin pê re rûbirû dibin û doz vedikin mijarên wek mîras, hevberdan, şîdet û hwd. e. Jixwe pirsgirêkên jin em bi Mala Jinê re hevbeş li gor zangonên jinê çareser dikin."
Endama Dîwana Eadaletê Neda Elî jî wiha got: "Jinan bi cihgirtin di nav hemû qadên dadê de û xwe gihandiye asteke bilind ku êdî dikare mafê xwe bidest bixe. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin berê xwe didin Qada Edaletê. Em jî wekî jinên ku di vê xebatê de cihê xwe digirin heya dawiyê ji bo parastina mafê hemû jinan kar didin meşandin. Banga min ji bo hemû jinan ew e ku êdî bindestiyê qebûl nekin, xwedî li mafê xwe derkevin û azadiya xwe bidest bixine."
Endama Dîwanê ya ji pêkhateya Ereb Îptîsam Şêx Salih derbarê karê xwe de wiha got: "Tevlîbûna min ji xebatê dadgehê re li ser bingeha parastina mafê hemû jinan e. Ez jî wekî jineke Ereb cihê xwe di nava vê xebatê digirim, pêwîste her jinek li ser vî bingehî tevbigere û xwe ji koletî û bindestiyê rizgar bike. Banga min ji tevahî jinan re ku li keda xwe xwedî derkevin û heya azadiya xwe bidest xistin têkoşînê bidin meşandine."
(hs/rc)