Li Dîlokê di doza 'bazara koleyan a DAIŞ'ê' de berat!

14:25

JINHA

DÎLOK - Piştî TV'yên alman bi nûçeya piştrast kir li Dîlokê jinên êzidî ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve tên firotin, der barê 6 kesan de doz hat vekirin, di nava 15 rojan de bazirganên DAIŞ'ê bi lezgînî serbest hatin berdan.

Demek berê TV'yên alman bi dîmen û nûçeyan piştraskiribû ku çeteyên DAIŞ'ê li Dîlokê jin û zarokên êzidiyan difiroşe. Piştî van nûçeyan, li hemberî şirketa ku hevkariyê dike operasyon pêk hat û 6 kes hatin binçavkirin, di 15 rojan de doza ku dihatin darizandin de hatin beratkirin. Di mijdara 2015'an de kanalên alman NDR û SWR bi dîmen û nûçeyan piştrastkiribû, jin û zarokên êzidî li Dîlokê wekî koleyan tên firotin. Li ser vê nûçeyê Baroya Dîlokê serî li Serdozgeriya Komarê dabû û der barê vê mijarê de serlêdana sûc kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de di ser navenda kar de hatibû girtin û di serdagirtinê de 370 hezar dolar, gelek pasaportên biyanî û makbûzên şandina bi hezaran milyon dolarên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de û hezar 768 rûpel belgeyên bi zimanê erebî hatibûn dîtin.

6 kesên bi îdiaya firotina jinên êzidî der barê wan de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran doz hat vekirin. Di rûniştina 31'ê Berfanbera 2015'an de, bersûcan di îfadeyên xwe de îdia kirin ku pergala bankayê li Sûriyeyê îflaz kiriye û ew li cihê pergalê hevkariyê dikin û ne endamê DAIŞ'ê ne. Di danaşîna duyemîn a 15'e çileya 2015'an de der barê bersûcan de berat hat dayîn.

Baro dê bişîne temîzê

Baroya Dîlokê nerazîbûn nîşanî biryarê da û da zanîn ku her çendî mudaxîlê dozê bin jî di dema dozê de bang li wan nehatiye kirin û ev tişt hat gotin: "Me hezar 768 rûpel maqbûz radestî dadgehê kir, em dê der barê biryarê de daxwaza temîzê bikin."

(zt)