NCRI: Li Îranê girtiyên siyasî ên jin di şert û mercên xirab de dijîn
09:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî rapora Konseya Berxwedana Navneteweyî ya Îranê, 40 girtiyên siyasî ku di girtîgehên Îranê de girtî ne ji ber şert û mercên girtîgehan ên xirab bi gelek nexweşiyan re rû bi rû ne. Li gorî rapora hat ragihandin ku nahêlin girtiyên jin bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk bînin û bal kişandin li ser jinên ku hatine binçavkirin jî di kîjan girtîgehê de dimînin tên veşartin.
Konseya Berxwedana Navneteweyî ya Îranê (NCRI) li ser binpêkirina mafan ên di girtîgehên li Îranê de girtiyên jin ên siyasî dijîn raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku di girtîgehên li Îranê de 40 girtiyên siyasî ên jin dimînin û ji çend girtiyên siyasî ên girîng li girtîgehên ku dîl girtîne tên veşartin. Di raporê de bal kişandin li ser rejîma Îranê ku der barê mafên jinan de gelek kêmasiyên cidî tên jiyîn û li gorî rejîma Îranê "divê jin li malê rûnê tevli tu çalakiyên siyasî nebe". Li Îranê jinên ku tevli çalakiyên siyasî dibin ji aliyê hiqûqî ve di rewşeke zehmet re rû bi rû dimînin.
'Li girtîgehê nerîtên dijmirovî'
Di raporê de bal kişandin ser şert û mercên girtîgehên Îranê û dan zanîn ku girtî bi nerîtên dijmirovî re rû bir û dimînin. Ji ber vê yekê gelek girtî nexweş dikevin. Nahêlin girtiyên jin bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Li gorî raporê, di nav girtiyên sîyasî de Maryam Akbarî Monfared a ku bi îdiaya endama Rêxistina Mucahîdên Gel ên Îranê ye di çileya 2009'an de hatiye girtin. 15 sal ceza lê hatiye birîn û di girtîgeha Evîn a Îranê de tê girtin. 4 birayên Maryam ji ber endamên heman rêxistinê ne hatine înfazkirin. Birayekî wê jî di girtîgeha Rajaii-shahrê de tê girtin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Maryam nameyek ji nûnerê taybet ê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî yê Ahmad Shahid re şandiye, di nameyê de bal kişandiye ser gotinên ji aliyê darazdarê ku doza wê dinêre hatiye gotin: "Tu bedela birayên xwe didî"
Ji binçaviya Baharîn tu agahî tune ye
Fahîmeh A'arafî jî bi îdiaya endama Erfan Halghehê ye di 25'ê Tebaxa 2015'an de ji aliyê artêşa parêzgerên şoreşê ve hatiye girtin. Ji Fahîmehê re 5 sal ceza tê birîn. Baharîn Asgarîeh jî di sala 2015'an de bi awayekî çavên wê girtî û destên wê bi kelepçekirî tê binçavkirin. Der barê Baharîna ku li Tehranê hatiye binçavkirin tu agahî nayê girtin.
(fk/rc)