Doza Karamanê despêkir: Wexfa Ensar û KAİMDER hevkarî xwestin!

10:47

JINHA

KARAMAN - Yekem runiştina doza Muharrem B. ê ku di malên girêdayî Wexfa Ensarê û KAİMDER'ê de îstismara zayendî li 10 zarokan kirî despêkir. Berpirsên Wexfa Ensar û KAİMDER'ê ên ji doza îstismarê tên darezandin teleba hevkariyê kirin.

Yekem runiştina doza Muharrem B. ê ku di malên girêdayî Wexfa Ensarê û KAİMDER'ê de îstismara zayendî li 10 zarokan kirî li Dadgeha Cezayê Giran a Karamanê despêkir. Di dadgehê de li ser gotina dadger a ji bo parêzer gotî "ne peyîve" rageşî derket. Berpirsên Wexfa Ensar û KAİMDER'ê ên ji doza îstismarê tên darezandin teleba hevkariyê kirin.

Doz ji bo çapemeniyê û temaşevanan girtiye

Çapemeniyê û temaşevanan nagirin hindirê runiştina dozê. Li ser dozê biriyara veşartinê heye. Dê bersucê dozê Muharrem B. bi SEGBÎS'ê beşdarbibe. Dê dîmenên berê yên ser heman mijarê axiviyî jê bên pirsîn.

Ji baroyan û komeleyan daxwaza beşdarbûna dozê

Doza îstismara zayendiya zarokan ku li Dadgeha Cezayê Giran a Karamanê tê dîtin di serî de parlementerên HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir û Mizgîn Irgat, parlementerê CHP'ê Lale Karabiyik jî heyî ji aliyê gelek parlementeran ve tê şopandin. Ji buroyên Stenbol, Enqere, Amed û Karamanê gelek parêzeran xwestin tevlî dozê bidin. Gelek rêxistinên civaka sivîl ên li qadan mafê zarokan diparêzin û gelek komeleyên jinan xwestin beşdarî dozê bibin.

Komeleya Rojeva Zarokan beşdarî dozê bû. Rêxistinên hiquqî OHD û ÇHD li gel Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan, TTB û Sendikayên Karkeran ên Kar dema xwestin beşdarî runiştina dozê bibin daxwazên wan hatin ret kirin.

Ensar li gel KAİMDER'ê xwestin hevkar bibin!

Endama PM ya CHP'ê Parêzer Sera Kadıgil jî diyar kir ku Wexfa Ensar li gel KAİMDER’ê dixwazin hevkarî bikin. Sera da zanîn ku piştî îstismara zayendiya li zarokan kirîn derketî holê dê ev daxwazên wan neyên pejirandin û wiha domand: "Du saziyên ku di derbarê wan de ser heman mijarê lêpirsîn berdewam dike çawan dibe hevkar bibin? Daxwazên Wexfa Ensar û KAİMDER'ê ticarî nayên pejirandin."

Di derbarê Ensar ê de lêpirsîn berdewam dike

Dê îro tenê doza ku têde bersucê îstismara zayendî Muharrem B. tê darezandin bê dîtin. Di derbarê Wexfê û ne baldariya berpirsan de jî lêpirsîn berdewam dike. Tê payîn ku di derbarê Wexfa Ensar û KAİMDER’ê de doz bê vekirin.

Daxwazên 600 sal cezayê girtîgehê

Muharrem B. di 5'ê adarê de ji ber îstismara zayendiya li mal û yurdên girêdayî Wexfa Ensarê kirî hat girtin. Muharrem B. li ser giliyê malbatên 10 zarokan yên weke "Bi qastî sud dîtin", "Tiştên zayendî bi zarokan dayîna xwendin û temaşekirin", "Îstismara zayendî li zarokan kirin" û "Bi hîlan û bertîlan mafê azadiya zarokan ji destê wan girtî" dê bi daxwaza 600 sal cezayê girtîgehê bê darezandin. Îro doz li Dadgeha Cezayê Giran a Karamanê hat dîtin.

Şaxa Wexfa Ensarê ya Karamanê bi daleqandina ala tirkan dixwaze ser bûyerê bigire.

(zt)