Li Karamanê alîkariya bêdadiyê: Me nedît, nebihîst û nizanin!
17:15
JINHA
KARAMAN - Wexfa Ensar û KAİMDER li gel Wezîra Malbatan tevlî doza Muharrem B. yê îstismara zayendî li 10 zarokan kirî bûn. Muharrem ê ku sucê xwe yê îstismara zayendî red kir, xwest li pêşberî zarokan parastinê bike salonê bertek nîşanda.
Muharrem B. ê ku li mal û yurdên girêdayî Wexfa Ensar û KAİMDER'ê îstismara zayendî li 10 zarokan kirî di 5'ê Nîsanê de hat girtin. Doz îro li Dadgeha Cezayê Giran a Karamanê hat dîtin. Muharrem ê ku 10 zarok giliyê wî kirî sucê xwe red kir. Mamostayên dibistana seretayiya Îmam Hatip a Karamanê gotin; "Me nedîtiye, nebihîstiye, em nizanin."
(zt)