Dozgeriyê Sêvê Demir 'terorist' îlan kir

14:08

JINHA

ÎZMIR - Endama MP ya BDP'ê Sêvê Demîr a li Silopiyê ji hêl hêzên dewletê ve hat qetilkirin, ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Alîaga yê ve weke "terorîst" hat nîşandin û der barê kesên ku wêneyê wê hildan de lêpirsîn da destpêkirin.

Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeley Piştgiriya ji bo Malbatên Girtiyan (TAY-DER) di 11'ê Nîsanê de ji bo balê bikişînin ser lêgerîna tazî ya li hemberî girtiyan, li ber Girtîgeha Şakranê daxuyanî da çapemeniyê. Serdozgerê Komarê yê Alîaga der barê daxuyaniyê de lêpirsîn da destpêkirin. Musa Karbadag û Zarîfe Karasungur ên li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin û pişt re serbest hatin berdan, lêpirsîna der barê wan de sosret e. Dozger Endama MP'ê ya DBP'ê Sêvê Demîr ya di 4'ê çileyê de li Silopiyayê ji hêla dewletê ve hat qetilkirin, weke "Endama PKK/KCK" nîşandan. Ji ber ku di çalkiyê de wêneyên Sêvê hatin rakirin, ji hêla dozger ve rastî lêpirsînê hatin.

Prz. Seda Tanrikulu nerazîbûn nîşanî helwesta dozger da û aşkera kir ku tu aliyekî hiqûqî yê dozger tune ku Endama MP'ê ya DBP'ê Sêvê weke "endamê rêxitina terorê" bide nîşan û wiha axivî: "Ji ber hildana wêneyê Sêvê, der barê çalakvanan de lêpirsîn û binçavkirin bi tu awayî aliyekî wê yê hiqûqî tune. Wan Sêvê qetil kir, niha jî sivîlên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin, di xwazin di bin navê 'teroristiyê' de wan îlegalîze bikin."

(zt)