Jina çû girtîgihê hevdîtine hat binçav kirin
18:08
JINHA
RÎZE - Jina bi navê Şukriye Kurban ku çû Girtîgiha Girtî ya Tîpa L ya Kalkandereya Rîze hevdîtinê hat binçav kirin.
Şukriye Kurhan ku ji Êlihê ji bo hevdîtine çû Girtîgiha Girtiya Tîpa L ya Rîze hevdîtinê piştî ji hevdîtine derket hat binçav kirin. Li gorî hat zanîn hevdîtina çûyî gardiyana lê heqeret kiriye, di navbera wan de nîqaş derketiye û gava Şukriye ji hevdîtinê derket jêre gotine 'îfade ya te heye' ew girtin binçavan. Malbata Şukriye got ku ji nîvro ve li Miduryeta Polîsan tê sekinandin û parêzerê Şukriye jî ne li gele.
Malbata Şukriye diyar kir ku bi ti şeklî ev bi saetane li dozgeriyê ye û me agahî ji Şukriye negirtiye. Li Rîze ew tikesê nasnakin û di derbarê jiyana Şukriye de metirsiyên wan hene."
(dt/zt)