Navekî din ê neçareseriyê: Tecrîte

09:39

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED - AMED- Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ev tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hem dijî hiqûqî ye hem welat bi xwe re dibe kaosê hem jî dibe sedem ku zêdebûna sûcên şer pêk were. Navekî din ê kûrkirina neçareserkirinê tecrît e û mesele girtina rêya hevdîtinan a bi birêz Ocalan re ye."

Piştî mutabakata Dolmabahçeyê, li şûna hevdîtinên li ser çareseriyê bê kirin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir. Navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan tê nîşandan lê belê; ji 2011'an ve bi parêzerên xwe, ji Nîsana 2015'an ve jî ne bi malbatê ne jî bi heyetê re hevdîtin nayê kirin. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li Tirkiyeyê kaos û şîdet zêde bû, li ser vê rewşenbîr, nivîskar, STK û gel dest nîşan dikin ku divê ji bo çareserî demildest hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk were.

Hiqûqnas jî balê dikişînin li ser tecrîdê û ev tecrît dij hiqûqî ye dibe sedema kaosê jî. Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr da zanîn ku li Tirkiyeyê feraseta hiqûqa dualî heye û bal kişand ser hesasiyeta civakê. Reyhan da zanîn ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke pir xeter tê jiyîn.

Reyhan derbirî ku hemû mekanîzmayên dewletê ji aliyê AKP'ê ve hatine berdeskirin û axaftina xwe wiha berdewam kir, "Xespkirina mafên kurdan bi awayekî pratîk ji hêla dewletê ve berdewam dike, tecrît jî yek ji van xespkirinan e. Di salên 2013 û 2015'an de muzakere dest pê kiribûn. Divê malbatên leşker û polîsan ji xwe bipirsin 'dema bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin dihat kirin çima kes nedihat kuştin û ewqas êş nedihatin kişandin'. Bersiva wê pirsê birêz Ocalan di şert û mercên girankirî û ya Girtîgeha Îmraliyê de ye tu car bêhêvî nebûye, her tim bi baweriya aştiyê li ber xwe daye ye."

'Pêvajo hatiye nav rewşeke pir aloz'

Reyhan da xuyakirin ku ji ber nahêlin parêzer bi Ocalan re hêvdîtin pêk bînin nikare mudaxîlî dozê bibe her wiha xespa mafê tê jiyîn û wiha pê de çû: "Ew helwest hem li dijî makeqanûna Tirkiyeyê ye hem li dijî peymana navneteweyî ye. Ji ber ku bi malbatê re jî nahêlin hevdîtin pêk were em dikarin bêjin ku ev tecrîda girankirî hatiye asta îşkenceyê. Ji salên 2013 û 2015'an vir ve hevdîtinên heyetê çêdibû û li ser vê bi daxwaza Ocalan sekreterya hat avakirin ji bo vê jî hin girtiyan şandin girtîgehê. Lê çiqas li Kurdistanê şer kûr bû Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran bi lez û bez sirgînî Girtîgeha Sîlîvreyê kirin û tiştên awarte hat jiyîn."
Reyhan bi bîr xist ku Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran rastî lêgerîna tazî, îşkenceyê hatine, hatin derbkirin bi mehan nehiştin ne bi malbat ne jî bi parêzeran re hevdîtin pêk bînin û wiha got: "Pêvajo hatiye nav rewşeke pir aloz. Ger kesên li gel wî hatiye jî nehêlin hevdîtin pêk bê gelo li Îmraliyê çi tê jiyîn? Bi kûrkirina tecrîdê sûcên şer jî zêde dibin."

'Girtîgeha yek kesî tê wateya îşkenceya 24 saetan'

Reyhan da xuyakirin ku armanca dewletê bi îmha û înkarê bêdengiyê çêke û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî rêgezên nawneteweyî standartên cezakirinê heye li wir bi awayekî pir zelal tecrît hatiye danasîn. Girtîgeha Îmraliyê jî ji ber girtîgehek yek kesî ye tê wateya îşkenceya 24 saetan. Bi tenêmayîna wê derê bi 24 saet îşkenceyê re rû bi rû mayîne."

'Gumanên gel ên ji bo pêşerojê hene'

Reyhan bi lêv kir ku hêviyên gel ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pir zêde ye ji ber tecrîda girankirî gumanên gel ên ji bo pêşerojê çêdibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê ji bo çareseriyê demildest daxwaza hevdîtinên parêzer û malbatan bê pejirandin. Hikûmeta AKP'ê her roj sûcê mirovahiyê dike. Navekî din ê kûrkirina neçareserkirinê tecrît e û mesele girtina rêya hevdîtinan a bi birêz Ocalan re ye."

(fk/rc)