Serdozgeriyê Berjin weke ku di şer de jiyana xwe ji dest daye nîşan da
15:59
JINHA
ERZIROM – Serdozgeriya Komarê ya Erziromê îdia kir ku endama KJA'yê Berjîn Demîrkaya ya ku di jêrzemînên Cizîrê de hatî qetilkirin "di pevçûnê de miriye" û KJA yê jî weke "rêxistina terorê" binavkir.
Di angaştnameya derbarê bavê endama KJA'yê Berjîn Demîrkaya ya ku li Cizîrê di komkujiyê de hatî qetilkirin, Mevlut Demîrkaya û xwişka wê Mehtap Demîrkaya yên ku meha borî di serdegirtina malê de hatin binçavkirin û pişt re serbest hatin berdan de îdiayên sosret cih digirin. Di angaştnameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve hatî amadekirin de ji bo Berjîn Demîrkaya ya ku di jêrzemînên wehşetê de hatî qetilkirin hate gotin ku "Di pevçûnê de mirî hatiye bi dest xistin." Her wiha wêneyên Berjîn ên ku li mal û konê şînê hatî daleqandin jî weke "propagandaya rêxistinê" hate binavkirin.
Her wiha Kongreya Jinên Azad a ku di çarçoveya zagona komeleyan de hatî avakirin jî di angaştnameyê de weke "rêxistina terorê" hate binavkirin.
(zt)