Hevalên girtiyên biçûk Egîd û Robîn çivîk in

09:16

Bêrîtan Canozer/JINHA

AMED- Turkan Uzan Avşîn bi hinceta tevli îlankirina xwerêveberiyê bûye hatiye binçavkirin lê belê ji sûcdarkirineke din hatiye girtin, bi du zarokên xwe ku temenê wan yek jê 18 mehî ye yek jî 3 salî ye ji Girtîgeha Amedê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hatiye kirin di şert û mercên girtîgehê ên bêtendirust de dimîne.

Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê Turkan Uzan Avşîn, di 21'ê Çileya 2016'an de bi hinceta tevli îlankirina xwerêveberiyê bûye hatiye girtin. Bi du zarokên xwe ku temenê wan yek jê 18 mehî ye yek jî 3 salî ye şandin Girtîgeha Amedê. Bi hinceta 6 girtîyên siyasî ji girtîgeha Amedê fîrar kirin wê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê kirin. Mirovên têgihîştî jî nikarin di şert û mercên girtîgehan de bimînin, Turkan bi du zarokên xwe li girtîgehê têdikoşe. Metirsiyên Turkan ev e ku zarokên wê di rewşeke bêtendirust de mezin bibine.

'Zarokên min di şertên bêtendirust de nikarin bijîn'

Turkana ku bi rengê dibirin, di rêwîtiyê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma. Turkan diyar kir ku ew bi hinceta tevli îlankirina xwerêveberiyê bûye hatiye girtin û got ku dema zanîngeh dixwend ji ber tevli çalakî û şahiyan bûye der bare wê de 3 sal û 2 meh ceza lê hatî birîn. Turkan anî ziman ku ji ber li derve tu kes nîne li zarokên wê binêrin û zarokên wê hêj biçûk in ji neçarî girtiye gel xwe. Turkan bi rêya parêzerên xwe zehmetiyên ku dijî ji ajansa me re ragihand. Turkan derbirî ku li ser zehmetiyên ku di şert û mercên girtîgehê de tevî zarokên xwe dikişîne axaftina xwe wiha domand: "3'ê meh in bi zarokên xwe re di girtîgehê de dimînin. Zarokên min hêj biçûk in û temenê wan ji bo şertên girtîgehê gelekî biçûk e. Ji bo pêdiviya wan gelekî zehmetiyan dikişînim. Rêveberiyên girtîgehê nahêlin pêlîstokek jî ji bo zarokên min bê, ji bo her tiştî pirsgirêk derdixin."

'Bi çivîkên hewşê datanîn re diaxivîn'

Turkan bal kişand ji ber ku du dosyayê wê hene ger bê pejirandin dibe ku bi salan di girtîgehê de bimîne û wiha axivî: "Kî zarokên min xwedî bike? Bêyî min nasekinin û hê jî pir biçûk in. Bi çivîkên hewşê datanîn re dibêjin ku 'biçin bilîzin, pêlîstokên me tune ne, qet nebe hûn biçin gel dayikên xwe'. Kurê min ê biçûk ji ber biçûk e tiştek fam nake lê belê kurê min ê mezin Robîn ji her tiştî fam dike û her tim dibêje 'ez dixwazim ji vir derkevim, biçim'. Zarokên min pir biçûk in û li vir jî pê re biewiqin tu tiştek tune ye. Bend li teştê girê didim wan dixim teştê bi awayî wan diewiqînim. Metirsaya min ev e ku li vir nexweş nekevin. Ji bo xwe tu tiştek nafikirim. Em ewqas zehmetiyên girtîgehê dikişinîn, zarok çawa zehmetiyan nekişîne? Tenê zarokên min na li girtîgehan gelek zarok di wan şert û mercan de mezin bûne hene. Divê yekî ji vê rewşê re bêje êdî bes e."


'Ji ber xweseriyê hatim darizandin lê ji sûcek din ceza dan min'

Turkan destnîşan kir ku bi hinceta tevlibûna îlankirina xweseriyê hatiye girtin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez Endama Meclisa Şaredariyê me û daxwaza gel çi be divê ez ê wê bi cih bînim û biparêzim. Ji bo vê hatim darizandin lê ji sedemek din min ceza girt. Ez ê tevî zarokên xwe çawa li vir bijîm? Qet nebe zarokên ku li girtîgehê dimînin pêlîstokek bidin wan, wê jî nadin. Di nav çar dîwaran de jî her tiştên me tên astengkirin, nikarin ji kantînê jî tiştek bistînin. Tiştên ku malbat dişînin nadin me. Girtiyên ku bi rojan e di greva birçîbûnê de ne ji bo wan jî tiştekî erênî nayê kirin."

(fk/rc)