Kelûpelên pakijiyê yên girtiyan jî telûke tên dîtin!

11:34

Şehriban Aslan/JINHA

ANTALYA - Li hember girtiyên siyasî çiqas diçe tundî zêdetir dibe. Girtiyên Gitîgiha Tîpa L ya Antalya bi riya malbatan êrîşên ku li ser wan tên kirin gotin. Jinên girtiyên siyasî diyar kirin ku serdegirtinên qawişan zêdetir bûne û heya kelûpelên wan ên paqijiyê talûke tên dîtin û di heman demê de jî dest di deynin ser kelûpelên wan.

Li ser girtiyên girtgihên Tirkiye û Kurdistanê tundî berdewam dikin. Piştî di 6'ê Gulanê de li Girtîgiha Tîpa D ya Amedê bûyera firarê derket, reyaderên girtîgihan bi hînceta firarê li ser girtiyên siyasî êrîşên fizîkî û derunî didin meşandin. Her roja diçe îşkenca li ser girtiyên siyasî zêdetir dibe. Gitiyên Girtigiha Tîpa L ya Alanya bi riya malbatên xwe tundiyên li ser wan tên meşandin ragihandin. Malbatan got ku hertim êrîşî qawişên wan dikin û dest dideynin ser kelûpelên di qawişên wan de.

'Hertim bi ser qawişan de digirin'

Girtiyên Girtîgiha Tîpa L ya Alanya ye siyasî bi riya malbatan tundiyê li girtîgihê vegotin û malbatan wiha gotin: "Êrîşên li ser zarokên me her roj tindî zêdetir dibe. Firar û greva birçîbunê hîncet dikin, kontrola ku li qawîşan tê kirin hema bêje her roj kontrol tê kirin. Gava gardiyan ser qawişan de digirin, heya dest di deynin ser kelûpelên pakijiyê û gelek tiştên kesani yên girtiyan. Gava serdegirtin çêdibe jî heya alevên pakijiyê wek telûke tên dîtin. Jinên girtî ji bo teştên wan yên cila tê de bişon nîne û şaşalan di nîvîde qut dikin û cilan di şaşalan de dişon. Ji aliyê din ve nameyê ku bi kurdî tên peywirdarên girtîgihê astengiyan derdixin û di nava zerfekî de du nameyan qabûl nakin."

'Tundiya derunî zêdebûye'

Malbatên girtiyan ragihandin ku pirsgireka duyemîn gava girtî dizwazin faks bi lezgîn bişînin peywirdarên gitîgihê destur nadin, tenê di heftiyê de du car destur tê dayîn û wiha berdewam kirin: "Mane di dema wan de nadin girtiyan. Gava girtiyan dibin revirê êrîşa derunî li ser wan tê meşandin. Dema em diçin hevdîtina zarokên xwe dibêjin gomlek û atlêtên xwe hildin, ji bo li çermê laşê me binêrin. Ji ewil ve pirsgireka xwarinê nehat guhertin û di serê pirsgirekan de cih digre." Malbatan bertek nîşanî van tudiyan dan.

(dt/zt)