Dozger hewldana tecawizê wek ‘Gengeşî’ dît!

14:58

JINHA

AMED – Demet Y. li dijî Zekî Ç. ku xwest li wê êrîşa zayendî bike, mafê xwe yê parastina cewherî pêk û ew kêr kiribû. Lê Demet Y. ji ‘kuştina qestî’ hat girtin. Dozgerê têkildarî Demet Y. de mutalaya xwe aşkera kir û şîdeta ku piştî hevdîtina bi tehdîd û şantajê pêk hat û wek ‘nîqaş’ û hewldana tecawizê jî wek ‘gengeşî’ bi nav kir. Merciya îdiayê îdia kir ku ‘ ji ber ku têkiliyek wan ya berê heye, nabe hewldana tecawizê. Dozgerê dosyayê jî hewldana tecawizê û parastina rewa ji nedîve hat û îmze avêt mutalayeke zîhniyeta mêr.

Li navçeya Gêla Amedê Demet Y. ya 19 salî ku li gund dijî ji Zekî Ç yê ku xwe ezeb dabû nasîn, lê piştre hîn kir zewicandiye xwest veqete. Li ser vê daxwazê bi tecawiz û kuştinê hat tehdîdkirin.Demet bi şantajê ji bo hevdîtinê zor lê hat kirin û mêrê ku xwest tecawizê wê bike bi kêrê birîndar kir. Zekî Ç. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Demet ya ku bi parastina cewherî xwe parast, tevî hemû delîlên rapora edlî, dozger di îdianameya xwe de bi îdiaya ku ‘têkiliyek wan ya berê hye, ji ber vê hewldana tecawizê nîne’ û Demet heman rojê ‘ji kestî kes kuştinê’ hat girtin.

Di du runiştinan Demetê0 ‘ji qestî kes kuştinê’ xwe parastin û heyeta dadgehê di runiştina sêyem de parastineke di çarçoveya ‘parastina rewa û ji qestî birîndarî’ xwest. Runiştina 5’emîn îro li 3’emîn Dadgeha cezaya Giran a Amedê hat dîtin.

Gef ‘nîqaş’, tecawiz ‘gengeşî’

Dozger di mutalaya xwe de hewldana tecawizê wek ‘nîqaş’ û ‘gengeşiyê’ bi nav kir. Merciya îdiayê îdia kir ku ‘ ji ber ku têkiliyek wan ya berê heye, nabe hewldana tecawizê. Dozgerê dosyayê jî hewldana tecawizê û parastina rewa ji nedîve hat û îmze avêt mutalayeke zîhniyeta mêr. Dozger di mutalaya xwe de ji bo Demeta ku ‘ji qestî kes kuştinê’ tê darizandin ceza xwest.

Demetê mafê axaftinê girt û li ser parastina cewherî sekinî û got wê nedixwest bikuje, birîndar bike, tenê xwestiye ku hewldana tecawizê bide sekinandin û got: “Armanca min ev bû ku ez wî bitirsînim. Ez dixwazim hukmên parastina cewherî bên pêkanîn.”Demetê daxwaza tehliyeya xwe kir.
‘Ez beşdarî mutaalayê nabin’

Parêzer Cîhan Ulsen jî got ew beşdarî mutalaya merciya îdiayê nabin û ji bo parastineke berfireh daxwaza demê kir.Danişîn taloqî 12’ê Gulana 2016’an hat kirin.

‘Darazê îmze avêt biryarek zîhniyeta mêr’‘

Cîhan Ulsen biryar ji JINHA’yê re nirxand û got di çarçoveya ‘ji qestî birîndarkirin’nirxandin xaleke girînge û lê tehrîka bêmaf û parastina cewherî ji nedîtîve hatiye. Cîhan got darazê îmze avêtiye biryareke zîhniyeta mêr.

(hu)