'Pevçun qediya binavê 'ewlehiyê' hun nikarin îstimlaq bikin'
10:40
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL - Di çarçoveya Koordinasyona Surê de Parêzera Şaxa OHD'a Stenbolê Îlknur Alcan ku li hember bi lezgînî îstmlaqkirina Surê tekuşîna hiquqî dide got: "Em weke Koordinasyona Surê doza ji bo betalkirina îstmlaqa Surê me dayî despêkirin em dibêjin; 'Pevçun qediya binavê ewlehiyê hun nikarin îstimlaq bikin.' Divê ji wexfan nêrîn û desturê bigirin. Ev lezdana îstimlaqkirinê ne li gotî UNESCO yê ye."
Xebatên Koordinasyona Surê yên li hember 'îstmlaqa lezgîn' di aliyê hiquqî de berdewam dike. Parêzera Şaxa OHD'a Stenbolê Îlknur Alcan xebatên wan ên li hember îstmlaqa surê dayîn meşandin wiha anî ziman: "Bi lezgînî îstomlaqkirina Surê girêdayî hinek şertane. Ev jî bi navê ewlehiyê weke ku dêvê şer berdewam bike tê dîtin. Li Surê hikumetê bi hinceta şer îstmlaqê çêdike. Bêguman niha li wê şer nîne. Pîştî pevçunan dest bi îstimlaqa lezgîn kirin."
Îlknur ji bo serlêdanên li hember îstomlaqkirinê jî wiha axivî: "Weke Koordinasyona Surê em ser doza îptalkirinê ya me dayî despêkirin disekinin. 'Pevçun qediya binavê ewlehiyê hun nikarin îstimlaq bikin.' Girêdayî protokola sala 2012'an biriyara îstmlaqa lezgîn dan. Li hemberî van nêzîkatiyan me doza îptalê da despêkirin. Ev hemû pîlanên li ser Surê bûn."
(zt)