Gîzem Yerîk: Hêvî dikim ku wê baskên min bidin min
09:10
Sîbel Yukler/JINHA
BURSA – Gîzem Yerîk ya ku bi zorê ji dersê hat derxistin û xhat girtin piştî girtiya xwe ya 74 rojan şûnde runiştina wê ya yekem sibê li Bursayê tê dîtin. Gîzemê nameyek şand û jinên hevalên xwe re ji hemû jinên cîhanê re silav şand. Gîzem di nameyê got ‘Ez hêvî dikim ku wê di runiştina yekem de baskên min bidin min.’
Gîzem Yerîk li Zanîngeha Uludag Fakulteya Hunerên Xweşik dixwend. Di 26’ê sibata 2016’an de ji dersê ji aliyê polîsan v hat girtin. Gizem birin qerekola Mudanyay3e. Hinceta binçavkirina wê jî parvekirinên wê yên çapemeniya civakî bû. Piştî îfadeyê bi sûcdariyên ‘heqeret li serokkomar kiriye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hat girtin û şandin girtîgeh Tîpa E ya Bursayê. Gizem li wir ji ber koxuşa siyasî tinebû, 6 rojan di hucreya yek kesî de ma û piştre şandin girtîgeha Jinan a Gebzeyê.
Yekem runiştina dosyayê 11’ê Gulanê roja çarşemê ye. Hevalên wê di çapemeniya civakî de hatin cem hev û gotin ‘Gizem Yerîk ne tenê ye’ û wê li ber edliyeya Bursayê jî bên cem hev.
Gizem ev 74 rojin girtiye. Destpêkê xistin hucreya yek kesî. Gîzemê di nameya ku şandî de dibêje ‘ez wisa difikirim ku wê dadgeh di runiştina yekem de baskên min bidin min.’ Di nameya Gîzemê de jin, berxwedan û azadî cih digire. Yek hevokek bêhêvîbûnê tine. Gîzem bi hevkariya JINHA’yê silava xwe wisa radigihîne:
Me ji hemû jinên cîhanê re silav şand
“Ez di 26’ê Sibatê de hatim girtin. Ez xistim hucreyeke ji 6 pêngavî pêk dihat. 6 roj û 7 şevan têde mam. Piştre hatim vir. Niha tevî min em 6 jin di koxuşê de ne. Me li hewşê 8’ê Adarê pîroz kir. Me govend gerandin. Em ji hemû jinên cîhanê re silavan dişînin. “
Em ne girtîgine, azadin’
Gîzem di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan dike ku ew ne girtine û wiha berdewam kir: “Me carek din dît ku em ne girtine. Em azadin. Bi rastî; hem di alî ruhî de û hem di alî beden de ez başim. Koxuşa me biçûke. Em dertên hewşê. Min daxwazname nivîsî. Li vir her tişt bi daxwaznameyê ye. Ji min re xwarina vejeteryan tê. Ez wisa xeyal dikim ku wê di danişîna yekem de baskên min bidin min. Serê min ti carî neket ber min. Wê ti car jî wisa nebe. Wek Çilem, wek Nevîn, wek Reyhaneh… hewcedariya min bi tiştekî tine.”
(hu)