'qedexeyên weşanê wek kamufleya bêcezabûnê tê bikaranîn'
11:23
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - Parêzer Gamze Yalçin ji bo doza qedexeya weşanê got: "Qedexeyên weşanê wek kamufleya bêcezabûnê tê bikaranîn."
Li gelek welatan di pêvajoya darezandina qedexeya weşanê de nasnameya mexdurên tacîz û tecawîzê diyarkirin qedexeye. Sedemek dinê ya qedexeya weşanê ji bo veşartina agahiyên qirêj û dîmenên şidetê ne. Parêzer Gamze Yalçin şidet, îstismara zayendî, tacîz û tecawîz ser jinan tê meşandin nirxand û got: "Qedexeyên weşanê wek kamufleya bêcezabûnê tê bikaranîn. Em qedexeya weşanê ya ser dozên şidet û cînayetên jinan erênî nabînin. Em van veşartin û qedexeya weşanên dosyayan weke helwestek polîtîk dibînin. Em êrîşên ser jin û zarokan dibînin. Ji bo wê jî em qedexe û veşartinê weke bêcezabûna sucdaran dibînin."
(zt)