Bêrîtan ji ber nîşeyên nûçeyan tê darezandin!
16:08
JINHA
AMED - Sal û 3 meh ceza dan Nûçegîhana me Bêrîtan Canozer a ku bi hinceta "bi heycan e" hatibû binçavkirin û di yekem roniştina dozê ya di 29'ê Adarê de hatî berdan.
Rûniştina doza Nûçegîhana me Bêrîtan Canozera ku di 19'ê kanûnê de dema geşedanên li Sûra Amedê dişopand û bi hinceta "bi heycan e" hatibû girtin û di 29'ê adarê de hat berdan, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Heyeta dadgehê bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" sal û 3 meh ceza da Bêrîtan. Dadgeha ku beyankirina hikum bi paşve xist, derbareyê Bêrîtan de biryara 5 salên venêrîna serbestiyî da.
(zt)