Di doza Mutlu Kaya de qedexeya weşanê

14:14

JINHA

AMED - 4. runiştina doza Veysi Ercan ê ku Mutlu Kaya ji serê wê birîndar kirî hat dîtin. Di runiştina dozê de qedexeya weşanê hat dayîn.

Mutlu Kaya ya ku li navçeya Erxeniya Amedê jiyan dikir, di 15'ê gulana sala derbasbûyî de li mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û di encama êrîşê de giran birîndar bûbû. Mutlu bi heyvan hat derman kirin. Îro 4. runiştina doza Veysi Ercan li 2. Dadgiha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li gel malbat Mutlu û parêzeran rexistinên jinan jî tevlî runiştina dozê bûn. Hat diyar kirin ku qedexeya weşana dozê ji bo girtenameyên Mutlu vaşartî bimînin hat dayîn.

(dt/zt)