Sebahat Tuncel di yekem runiştina dozê de serbest hat berdan

14:21

JINHA

STENBOL - Bervedna berê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tuncel, di vekirina buyoya partiyê de axivî bû û bi îdiaya "Pesnê sûc û sûcdaran" daye, der barê wê de doz hatibû vekirin, di rûniştina yekemîn de hat beratkirin.

Parlamentera berê ya HDP'ê û Berdevka berê ya HDK'ê Sebahat Tuncel, di vekirina buyoya partiyê de axivî bû û bi îdiaya "Pesnê sûc û sûcdaran" daye, der barê wê de doz hatibû vekirin. Doza ku li 22'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin. Di rûniştina yekemîn de Sebahat hat beratkirin.

Sebahat Tuncel der barê îdiayan de parastina xwe kir û da zanîn ku ew sûcên ku tê tewanbarkirin, qebûl nake û wiha pêde çû: "Ev doza ji ber konjoktorên siyasî hatiye vekirin. Axaftina mina ku wekî sûc tê dîtin di dema parlamenteriya min de bû. Axaftina min di vekirina buroya Partiya Civaka Demokratîk de hat kirin, beşeke wê li îdianameyê hatiye zêdekirin. Di tevahiya axaftinê de behsa meseleya kurd û rêbaza çareseriya wê tê kirin. Di axaftinê de tiştekî ku şidetê teşwîq bike tune. Heke li vir cezakirinek hebe, dê reman û azadiya axaftinê bê cezakirin."

Parêzerê Sebahat Emrah Baran jî xwest miwekîla wî bê beratkirin.

Dadgehê diyar kir ku Sebahat Tuncel di axaftinên xwe de "Pesnê sûc û sûdaran nedaye" û berata Sebahat da.

(zt)