Darizandina rojnamegerên sosyalîst dest pê kir
15:41
JINHA
STENBOL-Li 15 kedkarên çapemeniyê ku Rojnameya Atilimê de qunçiknûs û rojnameger bûn bi îdiaya ku ‘ propagandaya rêxistinê kirine’ doz hatibû vekirin û runiştina yekemîn li 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê dest pê kir.
Di Rojnameya Atilimê de ji ber nivîsên ku di Tîrmeh û Tebaxa 2015’an de derketine, li nivîskar Alî Haydar Saygili, Alp Altinors, Arzu Demîr, Aydin akyuz, Emîn Orhan, Erkan Salduz, Fadîme Çelebî, Fatîh Gur, Hadîce Duman, Fuat Uyur, Îsmînaz ergun, Samî Ozbîl, Semîha Şahîn û Ugur Ok, her wiha li Midûrê Karê Nivîsê yê rojnameyê Mehmet Alî Genç bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ doz hat vekirin û yekemîn runiştina dozê li Dadgeha Cezaya Girana Stenbolê hat dîtin. Ji ber 53 nivîsên di rojnameyê de hatine weşandin, Aydin Akyuz û Vahap Bîçer yên girtî ji ser SEGBÎS’ê beşdar bûn û parêzerên hinek kesên ne girtî û Fatîh Gur, Samî Ozbîl, Alî Haydar Saygili û Hatîce Duman beşdar bû. Gelek rojnameger û ESP’iyan doz şopandin.
Li dijî rojnamegeran şer dan destpêkirin
Di danîşên de rojnameger û nivîskar îfadeyên wan hatin girtin û sûcdariyên îdianameyê qebûl nekirin. Rojnameger Arzu Demîr jî got ji sala 1998’an heta niha rojnamegeriyê dike û ji meha Hezîranê de li nivîsên wê doz hatiye vekirin û li wê jî 5 doz hatiye vekirin. Arzu da zanîn ku roportaja wê ya têildarî rêveberiyên xweser faliyeta rojnamegeriyê ye û got: “Ez neçûm qesrê min ne nivîsê. Ez çûm herêmê û min nivîsê. Bi 20’ê Tîrmehê re bi Pirsûsê re şer hat destpêkirin. Li rojnamegeran şer hat destpêkirin. Em heqîqetê vedibêjin.
Em li dijî zextan bêdeng namînin
Piştî danişînê kedkarên rojnameya Atilimê li ber edliyeya Stenbolê daxuyaniyek dan. Rojnamegeran gotin wê rastiyan her tim vebêjin û gotin wê li dijî zextan bêdeng nemînin. Parêzer Gulhan Kaya jî got ti aliyê hiqûqî yê van dozan tine.
(hu)