Doza ‘çokelek’ ya 13 jinên jiyana xwe ji dest da hat taloqkirin
14:49
Ayşe Yilmaz/JINHA
MANÎSA-Kamyoneta qaseya wê vekirî ya ji taxa Çokelek a Salîhliyê derket û tankêra şîr li rêya Golmarmara li hev qelibîn û 13 jê jin 15 kesî jiyana xwe ji dest dabû û doza çokelek duh li dadgeha cezaya giran a Akhîsarê hat berdewam kirin. Ajokarê tankêrê Ercan Îşel ku cara sêyem derket pêşberî dadgeh û ji ber rapora kesê zana nehat doz taloqî 19’ê Tîrmehê kirin.
Di 6’ê Tîrmeha 2015’an de kamyoneta qaseya wê vekirî ya ji taxa Çokelek a Salîhliyê derket û diçû Golmarmarayê bi tankêra şîr re li taxa Hacievlerê li hev qelibî û 15 kesî jiyana xwe ji dest da. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, li edeletê digerin.
Doz taloqî 19’ê Tîrmehê hat kirin
Têkildarî ajokar Ercan Îşel de biryar tê payîn û dadger ji ber rapora kesê zane nehta, doz taloqî 19’ê Tîrmeha 2016’an roja sêşemê saet 114.45’an kir. Di girteka 6’ê Tîrmeha 2015’an de, di rapora 14’ê Tîrmeha 2015’an ku ji aliyê kesê zana hatiye girtin û her wiha rapora saziya tipa Edlî ya Stenbolê a Daîreya Îhtîsasa Serokatiya Trafîkê ya 9’ê îlona 2015’an de hatiye girtin, de tê diyar kirin ku ajokarê tankêra şîr Ercan Îşel, bala xwe nedaye rê, li ser kontrola dîreksyonê neskiriye û şerîda xwe muhafaza nekiriye. Ji ber vê yekê bi kusur hatibû dîtin.
Tirkiyeyê Çokelek jibîr kir
Xwişka Zekiye Çetîn (54) ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da ji bo edeletê hatibû Akhîsarê. Xwişka wê Hatîce Aktork bertek nîşanê biryarê da û got piştî qezayê Tirkiyeyê taxa Çokelekê jibîrkiriye. Hatîce got divê demildest edelet bê bicihanîn.
(hu)