Ji bo bersucên îstismara zayendî 19 sal ceza
15:55
Gulan
13
/ 2016
JINHA
CEWLÎK - Li 2 bersucên ji îstismara zayendiya zarokan tên darezandin 19 sal cezayê girtîgehê girtin.
Li Çewlîkê du bersucên ji îstismara zayendiya zarokan dihatin darezandin ên bi navê K. B û S. D ji ber sucên "kes ji azadiya wan bêpar kirin" û "timî îstismara zayendî kirin"ê ceza girtin. Her 2 kes li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Çewlîkê hatin darezandin, 19 sal û 6 meh ceza girtin. Heyeta dadgehê ji bo bersucan ceza kêm nekir.
(zt)