Ji bo rakirina qedexeya ser Şirnexê serî li AYM'ê da
12:07
JINHA
ŞIRNEX - Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, bi boneya dorpêç û dagirkeriya ku 65 rojin li ser Şirnexê pêk tê bi dawî bibe, li Dadgeha Qanûna Esasî gilî kir.
Bajarê Şirnexê 65 rojin ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û di bin êrîşên hêzên dewletê de ye. Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan îrmez, bi boneya dorpêç û qedexeya li ser Şirnexê bi dawî bibe li Dadgeha Qanûna Esasî gilî kir. Hêzên dewletê ji 16'ê Tebaxa 2015'an heta 29'ê Çileya 2016'an li 20 navçe û 7 bajarê Kurdistanê ku Milyonek û 299 hezar û 61 kes lê dijîn, bi dehan caran hatin dorpêçkirin. Li Şirnexê herî dawî 65 rojin bê navber ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û dagirkirin. Wekîla HDP'êya Şirnexê Aycan Îrmez, daxwazname da Dadgeha Qanûna Esasî û xwest ev dorpêçkirin bi dawî bibe.
Aycan, di daxwaznameyê de diyar kir ku Dorpêç û qedexeya derketina kolanan li gorî xala 2935'an a hêjmara 1402'an a Zagonên Rêveberiya Awarte li dijî biryara Qanûna Esasî ye. Aycan, destnîşan kir ku bi vê dorpêç û dagirkeriyê qanûna esasî yatiye binpêkin û xwest ev binpêkirin bi dawî bibe. Aycan, da zanîn ku qedexeya derketina kolanan nikarin wekî tedbîr bi nav bikin û ev li dijî mafê azadiya civakê ye. Aycan, destnîşan kir ku li gorî biryara 2002'an a hêjmar 2002/193'an a xala 19'an mafê azadiya ger, jiyan û tevgerê hatiye astengikir û li dijî biryara Dadgeha Qanûna Esasî ye. Aycan, da zanîn ku ji 14'e Adarê heta niha 65 rojin kolan li welatiyan hatiye qedexekirin û hemû mafê gel ê jiyanê tê astengkirin. Aycan, di daxwaznameyê de xwest êdî ev binpêkirina ku 65 rojin li ser gel pêk tê bi dawî bibe.
(kom/zt)