Hinceta girtina nûçegihan 'parvekirina giştî' ye
15:09
JINHA
MÊRDÎN - Lêpirsîna der barê nûçegihanê DÎHA'yê Bîlal Gulden ê di 24'ê nîsanê de ji hêla Serdozgerê Komarê yê Nisêbînê ve hat girtin, bi dawî bû. Îdianameya ku ji 4 rûpelan pêktê, piştî pêşkeşê dadgehê hat kirin, hat qebûlkirin. Bîlal ê ji ber parvekirinên 'Ji her kesî re vekirî' dihat darizandin, bi sûcê "propagandaya rêxistinê û endamtiyê" tê tewambarkirin.
Nûçegihanên DÎHA'yê ên bi navê Meltem Oktay û Ugur Akgul ên li Nisêbînê dema nûçe dişopandin di 14'ê nîsanê de hatibûn binçavkirin, Meltem piştî derxisitn dadgehê hatibû giritin. Her wiha nûçegihanê DÎHA'yê Bîlal Gulden ê li Êlihê di 24'ê nîsanê de ji hêla polîsan ve hatibû binçavkirin û piştre biribûn Nisêbînê. Lêpirsîna der barê Bîlal de bi dawî bûn. Îdianameya ji hêla Serdozgerê Komarê yê Nisêbînê ve hat amadekirin, ji 4 rûpelan pêk tê û bi îdiaya Bîlal "endamê rêxistinê ye" û "li ser navê rêxistinên propaganda kiriye" doz hat vekirin.
Sûcî wî rojnamegertî ye
Di îdianameya mijara gotinê de sûcdariyên der barê Bîlal de parvekirinên medyaya civakî hatin nîşandin, her wiha bi zelalî li sûcên ku Bîlal dema bê mêzekirin, ji ber nasnameya wî ya rojnamegertiyê ye.
Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Bîlal li cihên ku hendek û barikat hatin avakirin, di felyetên YPS û YPS-JIN'ê de cih giritye, roportaj pêk aniye û sûcdariyên der barê Bîlal û nûçegihanên DÎHA'yê ên din de wekî "felyetên rêxistinî" hatin nîşandan.
Navê malbatê bû 'navê kod'
Her wiha navê 'Cejno' yê bi kurdî ku ji piçûkatiyê de ji hêla malbatê ve li Bîlal hatiye kirin jî ji hêla dozger ve wekî "navê kod" di îdianameyê de cih giritin. Dîsa di îdianameyê de axaftinên yek jê veşartî, 4 şahidên nepen der barê wî de cih girtin, şahidên ku beyanên wan hemû dişibin hev, her wiha çavkaniyên nûçeyan ên ku Bîlal bi wan re hevdîtin pêk anîn û xwe bi wan wekî "rojnameger" da nasîn jî wekî "endamên rêxistinê" hatin nîşandan.
Şîroveyên sosret hatin kirin
Ji derveyî beyanên şahidên nepen, di îdianameya der barê Bîlal de hat amadekirin û ceza ji Bîlal re dixwaze jî nûçe û wêneyên ku li ser malpera civakî hatine parvekirin in. Dozger der barê vê mijarê de jî ev tişt got: "Bersûc rêbazên cebîr, şidet an jî gefê, asayî dide nîşan an jî bi awayekî pesnê wan kesan teşwîqî sûc dike û van bi riya Facebookê ji her kesî re bi awayekî vekirî dide nîşan, bi riya nivîs û gotinê kesan teşvîqî sûc dike, bi vê riyê bi fermana PKK/KCK'ê tev digere û bi wan re têkiliyeke organîk daye avakirin û bi vê riyê bûye endamê rêxistinê."
Dozger bi van nirxandinên sosret der barê nûçegihanên DÎHA'yê Bîlal da biryara girtinê da û ew şand girtîgehê. Dozger di îdianameya ku amede kir de nûçegihanê DÎHA'yê Bîlal wekî endamê rêxistinê û bi fermana rêxistinê tevgeriya ye da nîşan û der barê Bîlal de îdianame da amadekirin.
Rûniştin di 30'yê hezîranê de ye
Îdianameya ku radestî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nisêbînê hat kirin, hat qebûlkirin û rûniştina doza der barê Bîlal de dê di 30'yê hezîranê de bê dîtin.
(rc)